Rojnameya Ronahî

Dayîkên Helebceyî behsa roja kimyabaranê kirin

Dayîkên ji kimyabarana Helebce rizgar bûyîn û zarokên xwe winda kirîn, diyar kirin ku 33 sal di ser kimyabaranê re derbas dibin, lê hê birîna wan nû ye û êş û mirina zarokên xwe qet ji bîr nakin. Dayîkan rexne li Hikûmeta Herêmê jî kir û dan zanîn ku hikûmetê ti deman pirsa rewşa wan nekiriye. Tenê di rojên salvegera kimyabaranê de tên bîra berpirsan.
Kimyabaran yek ji sûcên herî hovane ye ku li dijî mirovayiyê tê kirin. Ev sûcê dermirovî li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebce li dijî gelê Kurd hat kirin. 33 sal di ser kimyabarana Helebce re derbas bûn, lê hê bandora wê ya li ser tendirustî û derûniya kesên ji kimyabaranê rizgar bûyîn, didome.
Piştî 33 salan, dayîkên ji kimyabaranê rizgar bûyîn niha jî ji ber bi dehan pirsgirêkên din dinalin. Dayîkên zarokên xwe di kimyabarana 16’ê Adara 1988’an de winda kirîn, di ser de jî gelek nexweşiyên wan çêbûne, van êşan bandoreke xerab li derûniya van dayîkan kiriye.
Jina bi navê Suybe Mihemed ku yek ji birîndarên çekên kimyayî ye, her du çavên xwe ji dest dane. Niha li Taxa Pîr Mihemed a Helebceyê tenê dijî. Dayîka Suybe behsa serhatiya xwe kir û got; jiyana min ewqas tehl e mîna girtina heta hetayê lê hatiye. Mirovê bêçav mirî ye! Tenê ruh tê de heye. Hemû êş û kul di bedena min de kom bûne.”
Dayîka Suybe da zanîn ku çekên kimyayî bandor li bedena wê tevê kiriye û bûye sedema ji destdana her du çavên wê.
Dayîka Suybe ku sê zarokên wê di kimyabaranê de jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku heta niha jî êşa her sê zarokên xwe dikişîne.
Dayîka bi navê Nesrîn Cehfer ya ku du zarokên wê di kimyabaranê de şehîd bûne û zarokeke wê jî winda bûye, diyar kir ku nexweş e û ji bilî dema salvegera kimyabaranê ti kes pirsa rewşa wê nake.
Dayîka Nesrîn Cehfer wiha behsa roja kimyabaranê kir: Wesaita birayê min hebû, em birin gundê Sazan, gel tev berê xwe dabû çiyê û şkeftan. Wê demê keçeke min ya sê salî hebû. Min hilgirtibû û destê kurekî xwe girtibû. Me da nava çemê Sazan. Heta ez dimirim ezê gotina kurê xwe yê piçûk ji bîr nekim. Dema em di nava çem re derbas dibûn, ji min re got, xîz û av ketiye nav pêlava min. Nikarî bimeşe, wê demê balefirek hat em bombebaran kirin. Bermîlek kimya bi serê me de barand. Her der bû mij û dûman.
Dayîka Nesrîn got; êşa zarokên min ji ber çavên min naçe. Ez dibêjim Xwedayê mezin heqê me ji van hikûmetên zalim bistîne.
Di dawiyê de jî Dayîka Nesrîn rexne li desthilata herêmê kir û got, Hikûmeta Herêmê qet li zarokên winda bûyîn napirse. Ez ji berpirsan dipirsim, gelo zarokên we winda bibûna weyê çi bikira? Çima li zarokên me yên wendabûyî napirsin?”ROJNEWS