Rojnameya Ronahî

Paşroja vî welatî biparêzin

Jiyan BOZO/Qamişlo

Di van demên dawiyê de destdirêjiya li zarokan zêde bûye. 27ê Sibatê li Tirbespiyê zilamekî 47 salî destdirêjî li zarokeke çarsalî kir. Li ser vê bûyerê Evîn Cuma diyar kir ku bêdengiya li hemberî êrişên ser jinan destdirêjiya li zarokan xurttir dike.

“DESTIDIRÊJIYA LI ZAROKAN ZAROKATIYA WAN TINE DIKE”
Derbarê mijarê de rêvebera Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha axivî: “Parastina zarokan erkê her kesî ye. Çimkî nikarin xwe biparêzin. Destdirêjiya hatî kirin qanûn û rêgezên mafên mirovan yên zarokan diparêzin binpê kirine. Destidirêjiya li zarokan, zarokatiya wan tine dike û kesayeteke li dijî civakê mezin dibe. Ji ber wê divê li ser van bûyeran cidî bê sekinandin. Çimkî zarok bi van kiryaran berdêlên pir mezin didin. Wê ev bandoreke neyînî li psîkolojiya wan bike û wan ji jiyanê qut bike. Ev bûyer bi hişmendiya zilamê serdest yê sirf li ser têrkirina xwestekên xwe yên zayendî tev digere pêk hatiye. Ji bo wê divê em pêşî li van bûyeran bigirin û qet nehêlin dubare bibin.”

“ZAROKÊN ME PAŞROJA ME NE”
Evîn Cuma axaftina xwe wiha domand: “Ji bo pêşîgirtina li van bûyeran kesê destdirêjî li vê zarokê kirî divê were cezakirin. Li gorî qanûnên mafê mirovan divê cezayê mûebedê be. Ev jî li gorî rapora bijîşkan tê erêkirin. Çimkî ev doz niha li hêviya wê raporê ye û li ser wê ceza tê birîn. Em jî wê dozê dişopînin û li benda raporê ne. Bêdengiya li hemberî êrişên ser jinan destdirêjiya li zarokan xurttir dike. Çimkî destdirêjî êrişa herî mezin ya ser mafê mirovan yê rewa ye. Ev zerarê dide zarokan. Çimkî nikarin xwe biparêzin.”
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan ya herêma Cizîrê Evîn Cuma axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Zarokên me paşroja me ne. Divê her kes li wan xwedî derkeve û jiyanek ewle ji wan re ava bikin. Em bûyera li Tirbespiyê qewimî şermezar dikin û emê heta dawiyê vê mijarê bişopînin.”