Rojnameya Ronahî

Li Helebceya Şehîd jiyan didome

BINEFŞ SARYA

Di her demkê de gelê Kurd bi destê hin hêzên desthilatdar û hegomonîk yan tên qetilkirin an jî tên koçberkirin. Meha Adarê her çiqasî ji bo gelê Kurd xwedî gelek nirxên dîrokî û roja vejînê be jî, lê mixabin di vê mehê de gelê Kurd di pir komkujîyan de jî derbazbûye. Yek ji van komkujiyan jî rastiya Helepçeya Şehîde. Li gorî nexşeya Kurdistanê bajarê Helepçe dikeve herêma Behdînan, 80/km li rojhilatê Suleymanye, 15/km dikeve rojavayê Rojhilatê kurdistanê û 24/ km dikeve rojhilatê paytextê Iraqê Bexdayê. Di 16 Adara 1988 de bi fermana serokê partiya BAAS yê Îraqê Sedam Huseyîn, seat 03.00 de bi balefirên şer, madeyên kîmyayî li ser gelê herêmê tê barandin. Piraniya xwe jin û zarok 6.357 kesan jiyana xwe ji dest da, 14.765 kes birîndar dibin û heta roja îro jî ji ber bandora madeyên kîmyayî ku li wir hatine bi kar anîn 43.753 kesan jiyan xwe ji destdane, heman demê 61.200 kes jî seqet mayine.
Di sala 2014 de bi biryara hukumeta herêmê ya Kurdistana Îraqê Helepçe weke navçe hate pejirandin. Li kêleka Helepçeya şehîd Helepçeyek nû ji bo niştecihên wê hate avakirin.
Bê guman Jiyan li ser koka xwe bi wateye. Dema mirov li kolanên Helepçeya şehîd digere di her pêngavekê de mirov rastê serpêhatiyek bi êştir tê, li kêleka Helepçeya Şehîd, Helepçeya nû hatiye avakirin. Lê hejimara zêde ya welatiyan li bajarê xwe yê kevnar dimîne. Di bajêr de du goristanên mezin yên şehîdên komkujiyê hene. Ji xwe dema ku mirov li nava van kêlên bê nav digere mirov dibîne ku di wan gorstanên mezin da jî 2 gorên komî yên mezin hene. Kêlekî tenê têra navê ewqas mirovan nekiriye, lê tenê karîne li ser wê kêla mezin çend gotinên bi wate û el fatîhe binivîsînin.
Jiyan li Helepçeyê hatiye binaxkirin, li hinek deveran jî li ser hatiye beton kirin û li hinek deveran jî tenê karîne ji wanra kêlên bê nav li peyhev rêz bikin. Her çiqas li wir jiyan beriya niha bi 33 salê xwestibin tune bikin jî, lê gelê vê herêmê cardin bi hêvî û baweriyek mezin, jiyan li ser vê xaka ku hatibu jehirkirin dîsa avakir. Kesên bi xaka xwe ve girêdayî bin li ku û çawa dibe jî, wê cardin jiyanê li wan deveran bidin jiyîn. Ji ber wê ye em dibêjin rastî nayên ji bîrkirin. Gelê vê herêmê wê tû caran nikaribin buyerên ku bi serê wande hatine ji bîra bikin. Kesên ku komkujî li ser vê herêmê dabun kirin her çendî dereng û ne bi destê gelê vê herêmê be jî, lê belê dîrokê hesabê mirovahiyê ji wan kesa xwest.
Amûrên ku di komkujiyê de hatine bi karanîn piraniya wan li ber derê mûzeya bajêr hatine komkirin û di dema komkujiyê de seyareya ku cenazeyên şehîdan pê komkirin jî, weke şahidiya buyerê hatiye hiştin û li ber deriyê muzeyê hînajî bi awayek baş tê parastin. Bavê ku dixwaze lawê xwe yê biçûk ji bêhna jehrê xilas bike û zarê wî li ber singa wî şehîd bûnyine, peykerê wan li pêşiya muzeyê hatiye çêkirin. Ji xwe dema ku tu diçî vê deverê buyerên li wir qewimîne bi her awayî li ber çavên te têne zindî dibin. Lê gelê vê herêmê bi van rastiyan vê dibêje; ‘çi dibe bila bibe, emê li ser xaka welatê xwe jiyan bikin û emê rastiyên heyî ji bîra nakin.’ Helepçeya Şehîd û Helepçeya nû li ser singê yek axê bi hevra dijîn.