Rojnameya Ronahî

Pêwîstiya navenda çandê bi piştgiriyê heye

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Ji ber ku civak bi çand û hunera xwe tê naskirin, bi çi awayî be, divê mirov çanda xwe pêş bixe û derfetê nede desthilatdaran bi siyaseta xwe vê çandê qir bikin. Lewra bi windbûna çandê civak jî wenda dibin.

Li Rojava, berî şoreşê gelê Kurd ji bo parastina çanda xwe, ji bo cejina Newrozê, bîranîna şehîdan, şahiyên cuda û hwd.. di malan de bi dizî amadekariya xwe dikir. Bi destpêkirina şoreşê re xebata çandê jî pêş ket. Xelkê herêmê dibêjin, bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û saya şehîdan, em niha dikarin bi rehetî şahiyên xwe li dar bixin.

KÊMPEYDABÛNA AMÛRÊN MÛZÎKÊ QELSBÛNÊ DIXE KAR
Berpirsê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo Ehmed Hemo, li ser mijarê wiha axivî: “Berî şoreşê, kar û xebata çandê pir zehmet bû. Zora rejima Sûriyê li ser me hebû. Derfet nedida em bi zimanê xwe biaxivin wê çawa bihişta em çand û hunera xwe pêş bixînin. Ji bo parastin û pêşxistina çanda Kurdî şoreşa Rojava derfeteke zêrîn e. Piştî şoreşê li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo me bi serbestî dest bi karê xwe kir. Heta niha me pênc komên stiran û govendan (Koma Botan, Ropenda, Sakîne, Palê û Koma Roj ya Govendan) ava kirine. Herwiha komên şano jî hene, lê karê wan ji yê me cuda ye.”
Ehmed Hemo li ser kar û xebata xwe ya çandê axaftina xwe wiha domand: “Bi giştî karê me baş e, lê em di peydakirina amûrên mûzîkê de zehmetiyê dikişînin. Ev kêmayî qelsbûnê dixe karê me. Keç û xurtên me dixwazin tevlî karê çandê bibin û gelek ji wan jî xwedîdeng in û fikrên wan yên xweş hene. Eger ji aliyê madî ve alîkariya navnedê were kirin, wê di kar û xebata me de pêşketin çêbe.”

“DEM DEMA PÊŞXISTINA ÇAND Û HUNERÊ YE”
Berpirsê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Ehmed Hemo li ser amadekariya ji bo Cejna Newrozê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo Cejina Newrozê, ev demek e komên me yên guvend û stiranan dest bi karê xwe kirine. Heta niha hefteyê du caran prova dikirin, lê ji ber nêzîbûna cejinê prova bûne çar car. Em Cejina Newrozê li gelê xwe pîroz dikin û bi hêvî ne ku karê me yê Newrozê bi dilê wan be.”
Endamê Koma Palê Ferîd Cimia jî bi van gotinan behsa girîngiya çand û hunera civakê kir: “Çiqas em behsa zehmetiyên berê bikin emê nikaribin hestên xwe bînin ziman. Ji bo jibîrkirina wan zehmetiyan dem hatiye ku em çand û hunera herêmê (Kurd, Ereb, Suryan) biparêzin. Ji bo xwedîderketina li xwîna şehîdên xwe jî, divê em ji cîhanê tevê re bidin xuyakirin ku em jî, xwedîdîrokeke kevnar in. Ya herî girîn ew e ku em vê derfetê ji destê xwe bernedin.”