Rojnameya Ronahî

Eger Deraa Zayîn Be, Qamişlo Sancî Ye

Idrîs HENAN

Serhildana 12’ê Adara 2004’an, di dîroka Sûriyê yê nûjen de, yekemîn bizava gelêrî ya şoreşwarî bû. Di heman demê de derbirîna rewşa zilm, inkar, qirkirin û tadeya li ser nasnameya gelekî bû. Her wiha lebateke mafwarî ya ku di zemîna xwe de mesela lîskeke fotbolê derbas dike ye.
Serhildana ku di nava çend kêliyan de sînorên herêmeke cografîk derbas kiriye, ji bo veguherîna demokrasî û daxwazên azadiya gelên li Sûriyeyê, koşekevirek bingehîn bû. Eger îroj li Sûriyeyê bizavek hebe jî, ji tovên serhildana 12’ê Adara 2004’an e. Mirov dikare vê yekê jî tesbît bike; ev rêya dîrokî ya ku bi serhildana Qamişlo re hatiye neqişandin, zemînek bû ku rêya serhildana zarokên Sûriyê ya sala 2011’an li Derayê vekir. Eger Serhildana gelên Sûriyê ya sala 2011’an welidînek be, dêmekî sanciya wê jî serhildana 2004’an a gelê Kurd e. Ev jî rastiyek dîrokî ku tenî kesên bê esil û nesil înkar dikin. Her raveyek ku sedeman vediguhêre reaksoynek normal a lîskeke gokê, di bineya wê de biçûkkirin û bêwatekirina serhildana pêşeng a gelê Kurd e. Li paşperdeya van şîroveyên nijadperest û netewperest de, bê guman berovajîkirina dîroka gelekî serhildêr heye.
Wer li gelê herêmê hatiye ku dema bifikire serê xwe li hemberî zordarî û faşîzma sîstemên yekdestarî hilde, dihêlin xweziya xwe bi rojên berê yên sîstemên hegemonîk bîne. Mînakên wê yên herî nêzîk jî Îraq û Sûriyê ne. Ewqas rêya şîdeta li hemberî gelên sivîl ên bindest vekirine ku mecbûrî du xetên sêyeka wan nîne kirine. Yan hûnê li gorî ferman û berjewendiyên me, yan jî li gorî daxwaz û bendewariyên me serî hil din. Ger wisa nekin jî çarenûsa we parçebûn, kuştin û qirkirina li ser destê heman sîsteman e. Ji ber vê jî îro Îraq parçe maye û Sûriyê veduguhere dewletokên biçûk.
Gelemperiya kesên bi navê şoreşgeran li ser sifreya Deraayê nan dixwarin, îro nandoz û ixanetkarên herî mezin ji bizava vî gelî re ne. Sedema wê ya bingehîn jî; inkara dîroka serhildanên vî gelî ye. Aliyê dîtir ve; rewşa parçebûyî ya ku hêzên navendî ferz dikin, sedemek rasteqîn a jirêderxistinê ye. Ji ber vê jî sîstema desthilat a rejîma Baas’ê hewl da serhildana 12’ê Adara 2004’an bi van rêbazan têk bibe ku veguhere mînakek ji şîdeta ku îro li dijî gelê Sûriyê dimeşîne. Ji ber heman zihniyetê zêdetirî 50 serhildêran şehîd dibin û bi hezaran mirov jî têne hebiskirin. Bi sedan jî bi rêbazên dîtir ên zextê têne tehdîtkirin.
Lê dîsa jî ne dikarî ji pençeke kurtêlxwaran wêdetir, xweziya vî gelî bi rojên berê bîne. Ew gelê ku her kesî li Sûriyê, herêm û cîhanê li qirkirina wî temaşe dikir, îroj pêşengê serhildana gelên Sûriyê ye. Di bin siya projeya wî ya demokratîk de, îroj bizavên gelên Sûriyê diherikin û ber bi azadiya misoger ve hildikişin.
Eger îro dijminatiyek ji vê pêşengtiyê re jî hebe, sedem ew e ku ti kesî ne dikarî bizava 12 Adarê li gorî berjewendiyên xwe siyasîlîze bike ku di cokên xwe de biherikîne. Ew serhildan di malzarokatiya xwe de xwedî projeya demokratîk a wekhevî, dadwarî û azadiyê bû. Ji ber vê jî pûtê desthilatdariyê yê yekemîn wê roja ku gelê Kurd li Qamişlo, Kobanê û Efrînê serî hil daye hate xwarê. Her wiha perdeya tirsê hate qetandin û rêbazên ku gelan toşî xweziya xwe bi siya desthiladriyê bînin, têk çûn. Tam berovajî, xweziya gelên Sûriyê bi wan rojan tê ku li hemberî serhildana 12 Adarê xwedî sûcekî wisa yê temaşeker bûn. Îro jî bi yekîtiya di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk pêk hatiye de, dibin beşek bingehîn ê encamên îroyîn ên serhildana 12’ê Adara 2004’an. Bi vê yekê jî yekîtî û serkeftina gelê Sûriyê û pêşeroja demokratîk misoger dibe.