Rojnameya Ronahî

‘Ocalan Mandelayê Rojhilata Navî ye, wê li giravê tenê neyê hiştin’

Tony Burke ku kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ dimeşîne diyar kir ku bêdengiya Ewropa ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ‘cihê şermê ye’ û got, Ocalan Mandelayê Rojhilata Navî ye, divê bê berdan. Ocalan wê li giravê tenê neyê hiştin.

Kampanya “Ji Ocalan re azadî” ji aliyê sendîkayên herî mezin yên Ingilistanê ve (Unite the Union ku 1.5 milyon endamên xwe hene û GMB ku 700 hezar endamên xwe hene), tê meşandin. Gelek sendîka û tevgerên çandê tevlî kampanyayê bûne.
Sekreterê Giştî Yê Unite the Union Tony Burke di heman demê de endamê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ye. Vê delegasyonê sala 2019’an di dema grevên birçîbûnê de serdana Tirkiyê kiribû.

‘YEKÎTIYA EWROPA BÊDENG E, PARLAMENTA EWROPA DIKARE HELWLESTEKE ZELALTIR NÎŞAN BIDE’
Tony Burke ji Ajansa Mezopotamya re diyar kir ku bêdengiya Ewropa ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan cihê şermê ye.
Burke got, Yekîtiya Ewropa (YE) li dijî tecrîdkirina Ocalan helwesteke hişk nîşan nade. Yekîtiya Ewropa û Parlamenta Ewropa (PE) xwedîhêz in û dikarin li dijî tecrîdê tiştekî bikin. Dikarin helwesteke zelal nîşan bidin. Li Tirkiyê dîktatorî heye. Em dibînin ku dikare ji YE re tiştekî bêje. Sedema vê yekê bêdengiya YE ye. Gotina me ya di vê mijarê de êdi pir zahmet e. Lê divê em tiştekî bêjin.”

‘OCALAN MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎ YE’
Burke da zanîn ku tecrîd sûcê herî mezin yê li dijî mirovayiyê ye û wiha axivî: “Me ev di her platformê de dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navî ye. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê ti helwestan nîşan nade. Li Ingilistanê em bi hikûmetê re dikevin nava têkiliyê, lê em nikarin encamê bistînin.”
Burke da xuyakirin ku Partiya Karkeran li Ingilistanê dembidem tecrîdê tîne rojevê, lê ji ber ku em ji Yekîtiya Ewropa derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên xwe yên Ewropa re tînin ziman. Gav neavêtina YE ya li dijî tecrîdê xeyalan dişkîne.

AZADIYA OCALAN WÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE
Hêza Ocalan ya li qada navneteweyî, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Yek ji aktorên herî girîng e. Ji aliyê civaka Kurd ve hurmeteke pir mezin dibîne. Ji ber wê dibêjim Mandelayê Rojhilata Navî. Mandela li Girava Girtîgeha Robben hatibû girtin. 27 salan girtî ma û 18 salan li giravê ma. Pirsgirêka Başûrê Afrîkayê piştî Mandela ji Girtîgeha Robben hat berdan û azad bû hat çareserkirin. Ez bawer dikim piştî Ocalan azad bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

‘DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN’
Burke da zanîn ku li Tirkiyê pergala dîktatoriyê heye û wiha got: “Erdogan her ku diçe biryarên hişktir dide. Divê em li Ingilistanê û welatên Ewropa diyar bikin ku divê Ocalan bê berdan. Burke bîr xist ku gelek kes li Yekîtiya Ewropa derbarê tecrîdkirina Ocalan de ne xwedîagahî ne. Ji ber wê em bi riya çapemeniyê û pirtûkan hewl didin vê kampanyayê belav bikin.
Burke herî dawî diyar kir ku dixwazin piştî korona ji nûnerên sendîkayan heyetekê ava bikin û got, piştî vê vîrûsê emê hewl bidin biçin Tirkiyê. Ocalan wê li giravê tenê neyê hiştin.
ANF