Rojnameya Ronahî

Dewleta tirkî çemê Firatê jî kiriye amûra şer!

Dewleta tirkî li dijî gelê bakur-rojhilatê Sûriyê ava çemê Firatê jî weke amûreke şer bi kar tîne.
Dewleta tirkî ji 2017’an ve bi rengekî sîstematîk ava çemê Firatê ji ser bakur-rojhilatê Sûriyê dibire. Ji sala 2020’an ve serê saniyeyê diviya 500 metrekûp av bihata berdan, lê dewleta tirkî 200’î berdide. Û ji vê avê ji 100î 60 ji Iraqê re diçe. Ji 28’ê Çileya 2021ê ve dewleta tirkî ji 100’î 60ê ava çemê Firat ji ser bakur-rojhilatê Sûriyê biriye.
Çemê Firatê li nava erdê Sûriyê dirêjayiya wî 600 km ye û 3 bendav li ser hene; Bendava Rojava (Tişrîn), Bendava Firatê (bendava herî mezin ya Sûriyê ye) û Bendava Azadiyê. Ji bo gelên Sûriyê ava çemê Firatê kana jiyanê ye. 6 milyon mirov yên Helebê û bajar û gundên derdora wê ava xwe ji çêm distînin. Li gorî daneyên Lijneya Çandiniyê ya bakur-rojhilatê Sûriyê 400 hezar erdên çandiniyê li ser ava çem in. Ev erd ji Cerablûsê heta bi Dêrazorê diçin. Bi dehan gundên li dora çem jî bi masîgiriyê debara xwe dikin.
Li gorî peymana sala 1987’an ya di navbeyna dewleta tirkî û Sûriyê de, diviya her saniyeyê 500 metrekûp av bihata berdan û ji 100’î 60 biçûya Iraqê. Ava çemê Firatê ku bi salan wisa herikî ji 2017’an ve bi rengekî sîstematîk tê birîn. Meha Remezana 2017’an ji ber ku dewleta Tirk av birî, firehiya bû 1 km. Ji 28’ê Çileya 2021ê ve jî dewleta tirkî ji 100’î 60ê avê biriye. 200 metrekûp tenê tê bakur-rojhilatê Sûriyê. Li gorî rêveberiya Bendava Tişrinê ji bo ku pêdiviya elektrîkê ya gel bi cih were, divê bi kêmayî 300 metrekûp were, nexwe wê bendavên bakur-rojhilatê Sûriyê ziwa bibin û gel nikaribe pêdiviyên elektrîkê pêk bîne. Tirsa gelê herêmê ew e ku dewleta tirkî avê bibire û bi carekê berde. Bi wî awayî jî wê zerereke mezin bigihe mal û milê gel. 2017’an dewleta tirkî av birîbû û bi carekê berdabû. Ji ber wê gelek erdên Kobanê ziyan gihatibû wan.
Li bakur-rojhilatê Sûriyê zêde baran nabare. Ji ber wê gel mecbûr e erdên xwe av bide. Dewleta tirkî di dema çinînê tê bi carekê avê berdide û ziyanê dide dexl, şînî û fêkiyên gelê herêmê. Herwiha zivistanê dema pêwîstî bi elektrîkê çêdibe avê dibire. Bi vî awayî ava çemê Firatê weke amûreke şerê taybet li dijî gel bi kar tîne û bi vê re hiqûqa navneteweyî binpê dike û sûcê mirovayiyê dike.
ANF