Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo projeya kilînîkên gel dest pê dike

Saziyên Civaka Sîvîl wê di nava vê mehê de kilînîkên gel yên tenduristî vekin û berpirsê tenduristiyê got, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ev projeya yekê ye û bi armanca xizmetagel tên vekirin.
Bi armanca sivikkirina barê welatiyan û pêşkêşkirna xizmeta tenduristiyê, yekîtiyên girêdayî Saziyên Civaka Sîvîl, li bajarê Qamişlo kilînîkên gel amade kirin.
Ev kilînîkên ku tê payîn di nava hefteyên bê de werin vekirin, wê pêwîstiyên weke derman, test, wêneyên radyolojiyê bi bihayekî kêm li wan werin peydakirin.
Ev kilînîk wê ji zêdetirî 60 bijîşkên tevayiya beşan pêk were. Herwiha wê dermanxane jî hebin û derman tev li wan peyda bibin. Taqîgehek, beşa wêneyên radyolojiyê û beşa emeliyatên piçûk jî wê hebin.

Berpirsê tenduristiyê yê kilînîkên gel û pisporê nûjdariya (birîndarî) esebê Dr. Fîraz Tîşê ji diyar kir ku kilînîkên gel ji 10 kilînîkan pêk tê, di nav de kilînîkên taybet bi bijîşktiya diranan û wê hemû bi awayekî rojane di xizmeta gel de bin.
Fîraz da zanîn ku li kilînîkan wê hemû beşên li herêmê hene, hebin derveyî beşa dil û çav ji ber ku nexweşxaneyeke taybet ji bo wan heye.