Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şkandina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan ket roja 102yan.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 102 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 81, û ya li Yewnenistanê jî di roja 64’an de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdara 2020’an, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 20an dewr girt, di roja 102yan de didome.
MEXMÛR
Li Kampa Koçberan ya Mexmûrê, jinan 18’ê Kanûna 2020’an li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, bi koma 40’an di roja 81ê de didome.
YEWNANISTAN
Koçberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 64an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
ANF





