Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê aloziyên mirovî yên meha Sibatê li herêmên Sûriyê yên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de, belge kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe de wiha got: “Ji dema dewleta tirkî herêmên Sûriyê dagîr kirîn ve aloziyên mirovî, sûc û tevlîheviya ewlekariyê rojbiroj mezintir dibin. Rojek derbas nabe ku sûc, êriş û teqîn neyên kirin.”
SOHR`ê bal kişand ser bûyerên meha Sibata borî li wan herêmên qewimîn.
Li gorî SHOJR`ê meha Sibatê piraniya wan sîvîl 53 kes hatine kuştin. Herwiha du cenaze hatine dîtin.
Şêniyên Ezazê jî li kolaneke bajêr cenazeyek dîtin û hat diyarkirin ku bi guleyekê hatiye kuştin. Ji nivîsa li cem hatî danîn tê fêmkirin ku çeteyan ev sûc kiriye.
Li Kolana 8`ê Adarê ya bajarê Babê jî cenazeyê zilamekî hat dîtin ku serê wî ji laş hatibû qutkirin.
SOHR: GIRTINÊN HOVANE Û WÊRANKIRINA MÎRASA ŞARISTANIYÊ’
Li gorî navendê, sûcên li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de yên li gundewarê Helebê, bi taybetî li Efrînê bênavber dewam dikin.
Li gorî SOHR`ê çeteyan ji 43 sîvîlên (ku di nava wan de 9 jin hene) ji gundewarê Efrînê revandîn, 11 kes berdane lê çarenûsa 32 kesan ne diyar e.
SOHR`ê herwiha sûcên çeteyan yên li dijî welatiyan û mîrasa şaristaniya herêmê yên meha Sibatê belge kirin.
Serçeteyekî girêdayî dewleta tirkî zêdetirî 50 malên şêniyên Efrînê ku xwediyên wan koçber bûne, desteser kirine. Hinek ji wan kirine baregeh û hina jî bi kirê dide.
Derbarê mijarê de SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, da zanîn ku çeteyên Ceyiş Şerqiye maleke welatiyekî Kurd li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê desteser kir û bi hezar û 700 dolarî firot.
Li aliyekî din çeteyan kolana cihên dîrokî li gund û bajarokên herêma Efrînê yên cuda didomînin. Çeteyên Lîwa Semerqend 3 girên dîrokî yên gundê Hec Hesna yê navçeya Cindirêsê kolan.
Çeteyên careke din dora Qada Roman ya keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şeran ya gundewarê Efrînê kolan.
ŞERÊ NAVXWEYÎ Û HEVKARIYA DI ÇANDINA HEŞÎŞÊ DE
Di çarçoveya parvekirina milkên welatiyan de, li deverên dagîrkirî şer di navbera çeteyan de derket.
SOHR`ê bîr xist ku meha Sibatê çete 7 caran bi hev ketin. Li gorî SOHR li Efrînê çete bi awayekî hevpar heşîşê diçînin.
SOHR`ê ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Ehrar El-ŞerqIyê û Cebhe El-Şamiyê li gundewarê Efrînê gundê Mîdan Ekbes, Xirab Slok û Sûrkê yên navçeya Raco heşîşê diçînin.
ANHA





