Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destdirêjî şerê li hemberî mirovayiyê ye

03/03/2021
in ROJEV
A A
Destdirêjî şerê li hemberî mirovayiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Leylan RESO/Qamişlo

Hişmendîya zilamê desthilatdar eve 5 hezarsale li hemberê jinê serdestîya xwe bi zilimekê bêhempa dimeşîne. Evê bi şêwazên her cûre şidet dike. Li beramberî vê yekê jî çiqas tekoşîna jina azad hebe jî êrişên li ser jin û zarokan hê xilas nebû ye.
27’ê Sibatê li Tirbêspiyê kesê bi navê Ebdilehed Goriyê (47) destdirêjî li zarokek çar salî kir. Li hemberê vê kiryara hovane gel diyar kir ku ev kiryare êrişekê li hemberê mirovahîyê ye.

“DIVÊ RADESESTÎ DADGEHA RÊVEBERIYA XWESER BIBE”
Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Ridwan Oncû dîyar kir ku tecawizkar bi kiryara xwe li dijî mirovahîyê derketîye û divê bi şêvazekî ku bibe îbret bê cezakirin û gotinên xwe wiha bilêv kir; “Ev yek li dijmirovahiyê ye û tê wateya ku hişmendiya zilamê serdest yê bi hezarê salan hê dewam dike. Ku ev kesê hov di nava destê min bikeve ezê wî parçe bikim. Ku birayê min ba jî wê helwesta min heman tişba ye. Divê ev zilam radesestî dadgeha Rêveberiya Xweser bibe û were darvekirin ji bo bibe mînak ji hemû kesên weke wî re.”

“11 SALIN EM TÊKOŞÎNÊ LI HEMBERÎ HIŞMENDIYA ZILAMÊ SERDEST DIKIN”
Jina bi navê Xalîsa Umer jî li ser mijarê wiha axivî: “ 11 salin em têkoşînê li hemberî hişmendiya zilamê serdest dikin. Ji ber wê jî divê asta têkoşîna me ya zayendî li hemberî zilam xurt bibe û tevayiya jin rabin li ser piyan û bêjin emê bi xwe ji vî zilamî hesab bixwazin. Em qebûl nakin tiştekî wisa li zarokên me bên kirin. Tecawizkirin ne tenê li hemberî jinê, di dema dawî de hem jin hem jî zarokên piçûk weke keç û law tên kirin. Hêvî dikim ku her kes rabe û bêjin em vê kiryarê qet qebûl nakin.”

“TECAWIZKIRINA SER VÊ ZAROKÊ, SER TEVYIYA JINAN E”
Rojnemevana bi navê Jiyan Bozo jî ev nirxandin kir: “Dewamkirina hişmendiyê zilam ya serdest tê wateya tunekirina jinê. Ji ber wê jî tecawizkirina ser vê zarokê, Ser tevayiya jinan e, ji ber ku zarokeke nikare xwe biparêze tecawizkirina wê binpêkirina mafê mirovan e. Darvekirin di sîstema me de nîne, lê tişta ku heyî divê radestî dadgeha Rêveberiya Xweser bibe. Yan jî radestî gelê herêmê bikin û li ser esasê wê cezayê herî giran were xwestin. Ji ber ku ev zilam hesab jê neyê xwestin û bi rehetî bê berdan ewê bi hezaran kes wisa bikin û destdirêjî wê dewam bike.”
Jiyan Bozo axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Keça ku li Terbespiyê hat tecawizkirin, heman hişmendî li Efrîn, Girê sipî, Serê Kaniyê û li tevayîya cîhanê tê meşandin. Ji bo wê jî ev hişmendî dixwaze ku ev sîstemên kapîtalîzim û dewletên dagîrker civakeke bê exlaq û ji çanda xwe dûr pêş bixin. Ji bo wê jî tecawiz li hemberî civak û têkoşna me ya jinê em jî vê yekê bi tundî şemzar dikin. Ew zilam jî divê radestî dadgeha jinê bibe Ji bo ku her kes li gorî pîvanên jinê tev bigerin da ku zîhnîyeta tecawizê ji nava civaka me derkeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.