Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî dewam dike. Berxwedana girtiyan ket roja xwe ya 90’an.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî, 27’ê Mijdara 2020’an, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Îmralî girtî ye û ji bo binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 18an dewr girtiye di roja 90î de dewam dike.





