Rewşenbîrên Ereb bi pêşengiya rewşenbîrên Misirê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û danasîna fikirên wî, bi navê “Insiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” pêngavek dan destpêkirin.
Rewşenbîran diyar kir ku wê fikrên Rêber Ocalan û doza gelê Kurd bidin nasîn, herwiha ji bo azadiya Rêber Ocalan hewl bidin ku girseyeke zêde li hev kom bikin. Rewşenbîran bang li tevayiya hunermend, siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîran kir ku destekê bidin têkoşîna Kurdan ya li dijî sîstema faşîst ya dewleta tirkî.
Rewşenbîrên Ereb ku ku berî niha bi demekê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi navê “Kampanya Ereban ji bo azadiya Abdullah Ocalan” kampanya imzeyan meşandibûn, niha jî pêngaveke nû dan destpêkirin.





