Jiyan BOZO/Qamişlo
15ê Sibata 1999an bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî dewleta tirkî ya dagîrker hat kirin. 22 sal in li hemberî wî kiryarên dijmirovî tên kirin.
Têkîldarê mijarê endamê Akademiya Zanistên Civakî Mûnzûr Şiyar wiha axivî: “Em di serî de vê komployê şermezar dikin. Ev komplo 1999an ket piratîkê. Lê berî wê bi çend salan li dijî rêbertiya me dest pê kiribû. Fikir û felsefeya rêber Apo di dilê hêzên serdest de tirseke mezin çêkiribû. Ji ber wê di kesayeta rêbertiya me de gelê Kurdistanê û Rojhilata Navî tev kirin hedef. Vê ji gotina “Kurdistan mêtîngeh e” dest pê kir. PKKê karîbû gel zana bike û Kurdistanê ji bin destê dagîkeran derxe. Ji bo wê ev xetereke mezin bû li ser berjewendiyên wan. Çimkî fikir û felsefeya serokatiyê li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê ye. Fikirekî li ser bingehê civakeke azad, wekhev û demokratîk e. Ji ber wê 1996an bi teqînekê li Şamê xwestin rêbertiya me tine bikin û 15 Sibata 1999an bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyê hat kirin. Bi vê komployê xwestin tevgera me tesfiye bikin. Ev, salên 2003 û 2004 bi awyekî berfireh hat kirin.”
“DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
Mûnzûr Şiyar axaftina xwe wiha domand: “Tişta ku dihat kirin pir mezin û kûr bû. Bi salan serokatiya me fikrê sosyalîzmê diparast. Lê sosyalîzimê xiyaneteke mezin li wî û îlkeyên xwe kir. Cara yekê di diroka mirovayiyê de, sosyalîzim û kapîtalîzim li ser rêbertiya me bûn yek. Ev moreke reş e, wê tim li eniya wan be. Ya ku niha jî li herêma tên kirin berdewamiya heman komployê ye. Rêbertiya me ev tesbît kir û her tim rexne dike. Giretina Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navî tevê wendayeke pir mezin bû. Çimkî rêbertî bi fikrê xwe karîbû gelên herêmê bike yek. Herwiha cereseriya pirsgirêkên herêmê tevê bi seroktiyê ve girêdayî ye. Ji bo wê serokatî kirin hedef û tecrîdeke giran li ser dan meşandin. Çimkî baş dizanin ku her gotineke rêbertiyê hêzeke mezin dide gel û partiyê. Ji bo ku rêbertiyê ji civakê qut bikin, her tiştî dikin, da gel tine bikin. Lê Rêber Apo bi berxwedana xwe komplo vala derxist. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk bersiva herî mezin bû ji komplogeran re. Cara yekê ye ku li Rojhilata Navî hevgirtina gelan pêş dikeve. Ji cîhanê tevê re da isbatkirin ku Kurd pêşengên aştî û wekheviyê ne.”
Endamê Ekadimiya Zanistên Civakî Mûnzûr Şiyar wiha qedand: “Rêber Apo li dijî Modernîteya Kapîtalîs Modernîteya Demkratîk pêş xist. Hêzên komplo pêk anîn xistin bin lêpirsînê û got, hûn civak û neteweyên heyî tesfiye dikin. Bi vê modelê modernîteya Kapîtalîs li hemberî fikirê Rêber Apo îflas kir û têk çû. Ji bo ku em azadiya rêberê xwe ya fîzîkî bi dest bixin divê em yekîtiya xwe ava bikin. Xwedîderketina li Rêber Apo erkê me ye divê her kes asta tekoşîna xwe xurttir bike. Çimkî dem dema azadiya Rêber Apo ye û ji tecrîdêre êdî bes e.”





