Kampanyaya imzeyan ku rewşenbîrên Ereb ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, ber bi encamê ve diçe. Di vê çarçoveyê de li başûrê Kurdistanê hezar û 250 rewşenbîr tevlî kampanyayê bûn. Derveyî imzeyên bi dest hatîn komkirin, jimareke zêde ya rewşenbîrên Başûr bi riya dîjîtal tevlî kampanyayê bûne.
Komîteya ‘Azadî ji Ocalan’ re ya ji rewşenbîrên Ereb pêk tê, 1’ê Mijdara 2020’an ji bo Azadiya rêber Abdullah Ocalan kampanya imzeyan dabû destpêkirin. Komîteyê 8 hezar imze hedef kiribû. Armanca diyarkirina 8 hezar imzeyî, beramber 8 hezar rojên Rêber Ocalan li zîndana Îmralî tê.
Di çarçoveya kampanyayê de hezar imze ji bo başûrê Kurdistanê hedef hatibûn diyarkirin. Li gorî agahiyên ji Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya Başûr hatîn girtin, hedefa danîbûn pêşiya Başûr hezar imze bûn, lê hezar û 250 imze hatine komkirin.
Li gorî agahiyên komîteyê dayîn wê imzeyên hatîn berhevkirin pêşkêşê Sekreterya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Yekîtiya Ewropa û Komîseriya Yekîtiya Afrîka û Sekreterya Giştî ya Yekîtiya Dewletên Ereban bikin.
Kampanya li piraniya welatên Ereb û Kurdistanê bi rê ve çû û di vê çarçoveyê de rewşenbîr û akademîsyenên Iraqê jî bi riya dîjîtal rasterast tevlî kampanyayê bûne.





