Li Silêmaniyê ciwan li dijî êrişa dewleta tirkî ya dagîrker ya li ser herêma Garê meşeke girseyî li dar xist.
Li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer ve, li dijî êrişa dewleta tirkî ya li ser herêma Garê meşeke bi meşele hat lidarxistin.
Meşa ku bi sedan kes tevlî bûn, ji kolana Salim dest pê kir heta Baxê Giştî dewam kir.
Li Baxê Giştî, li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer daxuyaniyek hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, heta Kurdek bimîne wê cihê dagîrkeriya tirkî li ser vê xakê nebe û em ciwan rê nadin xaka Kurdistanê were dagîrkirin û emê dest û lingên dagîrkeran li ser xaka Kurdistanê bişkînin.





