Meclisa Giştî ya bajarê Reqa ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li serê, çalakiyek li dar xist.
Çalakî li çerxeriya El-Neîm hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, ji rêveberiya jinan ya bajêr Itîmad El-Ehmed li ser navê şêniyên Reqa daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de behsa komploya li dijî rêbar Abdullah Ocalan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan di encama komploya dewleta tirkî û hevalbendên wê de hat girtin. Komplo yek ji komployên li ser gelên herêmê û gelê Kurd bû. Rêber Ocalan nûnerê bi milyonan Kurd û gelên din e. Tecrîda li serê li dijî peyman û qaûnên navneteweyî ya danûstandina bi girtiyan re ye.”
Li Kobanê jî bi heman armancê xwepêşandanek li pêşiya Meclisa Navçeya Qinê hat lidarxistin. Xwepêşandan li çerxerêya gundê Degirman veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongreya Star ya kantona Kobanê Silava Elî axivî. Silava Elî komloplo şermezar kir û got, şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê berhema fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan e. Bi saya ramanê wî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di binê sîwana Rêveberiya Xweser de bi azadî dijîn û xwe bi rê ve dibin.”
Pişt re endamê rêveber yê Desteya Displînên Leşkerî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Hûh axivî û got, dewleta tirkî çi bike wê nikaribe roja Kurdan û gelên azadîxwaz yên ku li fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan xwedî derketine, tarî bike.”





