Kesayetên welatparêz yên bi rêber Abdullah Ocalan re civiyayîn, diyar kirin ku rêbertî her tim banga xwerbiêxistinkirin, jiyana aştiyane ya hevbeş û yekîtiyê dikir.
Komîteya Rêbertiyê ya Rojava, di çarçoveya çalakiyên bi pêmana salvegera 22. ya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, civîneke girseyî li ser asta kantona Qamişlo li dar xist. Civîn bi durişma “Dem dema azadiya rêber Apo ye û azadiya rêber Apo azadiya mirovayiyê ye” li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar ket. Kesayetên welatparêz yên bi rêbertiyê re civiyayîn di civînê de amade bûn.
Di civînê de beşdaran qala hevdîtinên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan re kir û diyar kirin ku rêbertiyê her tim banga xwebirêxistinkirinê, çareserkirina nakokiyên navxweyî û belavkirina fikirê azadî û demokratîk dikir.
Herwiha dan zanîn ku rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina berxwedan û têkoşînê li hember dijmin dikir.
Beşdaran da xuyakirin ku rêber Abdullah Ocalan banga piştgiriya ciwanan dikir. Lewre pêşengên civakê ne û gotin, rêbertiyê banga girîngiya perwerdekirina gelan dikir da ku civak pêş bikeve û parastina destkeftiyên gelê azad bikin.
Beşdaran di nava nîqaşên xwe de bal kişand rola jinan ya di civakê de û wiha gotinên xwe domandin: “Jin bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan ji hişmendiya mêrên desthilat rizgar bû û di şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê de ji jina têkoşer ya azad re bû mînak.
Civîn bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û soza xurtkirina têkoşînê bi dawî bû.





