Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik got, divê ti kes nebe şirîkê qirkirinê, xizmeta siyaseta Erdogan û Bahçelî neke û qirkirina gelê Kurd pêş nexe.
Cemîl Bayik ji bernameya taybet ya Stêrk TV re axivî. Beşa 2. ya hevpeyvîna Cemîl Bayik wiha ye:
“Niha mirov balê bikişîne, heyeta Hûlûsî Akar hat Iraqê û başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin. Diyar e ku di van hevdîtinan de hin biryar hatine girtin. Eger biryar negirtibûna, plan û proje pêş nexistibûna wê ev axaftin nehatibûna kirin. Diyar e ku bingehekî wê heye. Ev hatina Hûlûsî Akar amadekariya wê ye, zemînê wê amade kir. Bi hevdîtinan ew zemîn çêkirin û li ser wî bingehî tevger dikin, Ji bo wê ew axaftin tên ziman. Dibêjin wê Tirkiye êrişî Şingal, Dêrîk û Herêmên Parastinê yên Medya bik. Tê wê wateyê ku hinekan soz daye û hinek plan pêş xistine. Her kes dizane jixwe li Eyn Îsa ev çend meh in şer heye û Tirkiye dixwaze dagîr bike. Gelê Rojava jî li dijî vê disekine. Ji berî wê jî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Niha li wê derê Kurdan derdixin çeteyan dixin wan deran, talanan dikin. Yanî dixwazin bi temamî wê derê bixin xizmeta xwe. Dîsa her kes dizane ku dem Tirkiyê êrişî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî kir ENKS jî li cem wan bû. Hê jî ENKS li cem wan e. ENKS hesabê li gel Tirkiyê dike ku Tirkiye cihên din jî dagîr bike. Ji bo ku şoreşa wir tesfiye bike. Wisa hesab dikin ku dema şoreşa wir tesfiye bibe wê li wê derê desthilatiya xwe bimeşînin, di xewnên wisa de ne.”
Li ser pêngava azadiya Ocanan jî Bayik wiha got:
Niha pêngava me pêş xistî di nava gelê Kurd de, li tevayiya beşan li derve ji aliyê dostê Kurdan ve şiyarbûnek çêkir. Ruhek di wan de da avakirin. Lê ev ne bes e. Divê ev hê zêdetir bê pêşxistin, hê zêdetir bê xurtkirin. Çima? Lewre xetera li ser gelê Kurd hê bi dawî nebûye pêşî nehatiye girtin. Heta vê dawiyê bi heyeta Hûlûsî Akar, hatina wî ya Bexda û Hewlêr ev xeter zêdetir kir. Divê bi vê pêngavê pêşiya vê xeterê bi temamî bê girtin, xeter li ser Kurdan nemîne. Ji bo Kurd ji şerê cîhanê yê sisiyan sûdê bigirin û bikarin azadiya xwe bi dest bixe. Lewre imkanên vê hene. Ev pêngav pêngava azdiyê ye. Di navenda wê de azadiya Rêber Apo heye. Pêşxistina Azadiya Rêber Apo ne ji bo azadiya şexsekî ye. Di şexsê Rêber Apo de azadiya gelê Kurd e. Ne li Bakur tenê, li her çar beşan e. Azadiya gelê Rojhilata Navî ye. Azadiya cîhanê yê.