Luqman Ehmê: Divê cihê PDK’ê di nava gel de be û cihê pêşmergeyan jî li rex HPG, YPJ û YPG’ê be, ne li rex dewleta tirkî ya dagirker be.
Têkildarê hevakariya PDKê bi dewleta tirkî re, sekerterê Partiya Kesk ya Kurdistanê Luqman Ehmê got; dewleta tirkî her tim hewl dide derbê li destkeftiyên gelê Kurd bixe. Çi li bakur û rojhilatê Sûriyê, çi li Başûr û Şingalê.
‘DEWLETA TIRKÎ DIJMINA SEREKE YA GELÊ KURD E’
Ehmê da zanîn ku çi sazî yan rêxistin yan jî partiyek navê Kurdî li ser be, yekser dibe armanca dewleta rikî û wiha got: “Ti pêwîstî nîne ku em bibêjin dewleta tirkî dijmina gelê Kurd e yan na, lewre ew dijmina sereke ya gelê Kurd e û ji sed salî ve êrişî Kurdan dike. Çawa gelê Ermen û hin neteweyên din qir kirin, niha jî hewl dide gelê Kurd qir bike.”
Ehmê diyar kir ku dewleta tirkî li ser qirkirina gelan hatiye avakirin û her tim li ser erdê gelên resen rûniştiye. Niha jî hewl dide gelên berxwedêr qir bike, di serî de gelê Kurd.
Di vê çarçoveyê de, Ehmê eşkere kir ku sekna PDK’ê li kêleka dewleta tirkî ya dagîrker û planên xwe yên li dijî gelê Kurd nakeve xizmeta gelê Kurd û xizmeta wê û wiha domand: “Ti sedem nînin ku Kurd li kêleka dewleta tirkî ya dagîrker bisekin û êrişî herêmên kurdî yan jî hêzin din bikin. Ev ji bo tevayiya hêzên kurdî xeta sor e.”
Ehmê da zanîn ku dem ne dema êrişkirina hêzên kurdî li dijî hêzên kurdî yên din e û wiha pê de çû: “Sûdwarê yekê ji lewazkirina her hêza kurdî, dewleta tirkî ya dagîrker e.”
Ehmê hêvî kir ku PDK beşdarî planên dewleta rikrî yên bi armanca pêkanîna nakokî û tevlîheviyê di nava gelê Kurd de, nebe û got, PDK dikare ji binê sîwana dewleta tirkî derkeve.”
Ehmê daxuyakirin ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hemberê planên dewleta tirkî yên bi armanca qirkirina gelê Kurd disekine û bersiva êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dide. Eger ev tevger lewaz bibe, wê dewleta tirkî bihêztir bibe. Wê demê bi PDK’ê itiraf nake û bi demê re wê wê hêzê tine bike û PDK’ê vê baş dizane.”
Luqman Ehmê got, divê hêz û partiyên kurdî xizmeta dijminê Kurdan nekin, divê hêz û partiyên kurdî di radeya yekê de dijminê xwe diyar bikin û planên xwe li gorî wê daynin. Li aliyekî din jî divê hêz û partiyên kurdî xebatê ji bo lidarxistina kongreya niştimanî ya kurdî bikin, da ku armanc û rêgezên gelê Kurd diyar bikin û çi êrişên hêzeke kurdî li dijî hêzeke kurdî ya din qedexe bikin.