Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Sîvîl ya Demokratîk ya Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo got; gelek alî hene ku dixwazin aramî û ewleyiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xerab bikin.
Têkildarê hewldanên sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Sîvîl ya Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA re wiha axivî: “Li herêmên Rêveberiya Xweser aramî û ewleyî hene û jiyan tê de dibe, ne weke herêmên din yên Sûriyê ne. Bi taybetî piştî ku ceza li Sûriyê hat birin û Qanûna Qeyser dest pê kir.”
Mihemed Xêr Şêxo bal kişand ser zehmetiya li pêşiya rêveberiyê derketîn û ev nirxand kir: “Hin alî hene ku dixwazin aramî û ewleyiya herêmê xerab bikin. Lê tevî zehemtiyên ku bi awayekî giştî rastî aboriyê hatin, Rêvberiya Xweser xizmetan pêşkêş dike, girîngiyê dide rewşa jiyanî ya welatiyan.”
Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku aramî û ewleyiya li herêmê ne bi dile aliyên derve ye û di serî de dewleta tirkî ya dagîrker û hikûmeta Şamê. Ji ber wê bi dixwazin vê aramiyê têk bibin û tevlîheviyê di navbera pêkhate û neteweyên li herêmê de, derxin.”
Mihemed Xêr Şêxo behsa tevlîheviya dawî ya li bajarê Hesekê û Qamişlo derketî kir û wiha got: Komên bi navê “El-Dîfa El-Wetenî” hewl didin rewşê li herêmê tevlîhev bikin. Armanca dewleta tirkî jî dixwaze bi êrişên xwe li herêmên sînor li eniyên bakur û rojavayê Minbicê tevlîheviyê û tirsê di nava welatiyan de derxe.