Kongreya Star li herêma Efrînê ji bo darizandina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, hemleya komkirina imzeyan da destpêkirin.
2yê Sibatê Kongreya Star, li herêma Efrînê ji bo komkirina imzeyên şêniyên li kantona Şehbayê, hemleyek da destpêkirin. Hemle li tevayiya navçe û gundên kantona Şehbayê hat destpêkirin û wê kesên temenê wan ser 17an re imzeyên xwe bidin.
Tê payîn ku di dawiya hemleyê de, imzeyên hatîn komkirin ji NY û rêxistinên têkildarî parastina mafên jinan re bên şandin.