Jiyan Bozo/Qamişlo
Piştî dagîkirina Serê Kaniyê û Girê Spî dewleta tirkî ya dagîrker gefan li Şingal û Dêrikê dixwe. Jinên bakur û rojhilatê Sûrî ji bo xwedîderketina li xaka xwe û şermezarkirina van gefan helwesta xwe diyar kirin.
“BERSIVA VAN GEFAN YEKÎTÎ YE”
Derbarê mijarê de mamoste Hesîna Elî ya ji bajarê Qamişlo wiha axivî: “Em gelê bakur û rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jin, gefên tirkî ya dagîrker bi dijawarî red dikin. Çimkî em xwediyên vê xakê ne, mafê ti kesî nîne welatê ma dagîr bike. Hedefa van gefên li ser Şingal û Dêrikê tinekirina vîn û destkeftiyên me ye. Ji bo wê em dibêjin va em li vir in û em ji vê xakê dernakevin. Ev xaka bapîr û dapîrên me ye. Em ne Kurdên berê ne, em xwedîbawrî û xweîhêzeke mezin in. Em ti carî ji wan re serî danaynin û heta dawiyê emê li ber xwe bidin. Bila dijminê me baş bizane, walatê bostbibost bi xwînê hatî avdan em ji wan re nahêlin. Bi saya gelê me û bi vîna jina berxwedêr emê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgar bikin. Banga min ji gelê bakur û rojhilatê sûrî û ji jinan tevan re heye; li warê xwe û keda zarokên xwe xwedî derkevin. Dem dema avakirina yekîtiyê ye û bersiva van gefan yekîtî ye.”
“DELWETA TIRKÎ YA DAGÎRKER SÛÇÊN DIJMIROVÎ DIKE”
Walatiya ji bajarê Qamişlo Amîne Emîn jî wiha ev nirxandin kir: “Dewleta tirkî ya dagîrker bûye gurê har û ji her alî ve êrişê me dike. Ev welat welatê meye, yên di çeperan de zarokên me ne û xaka xwe bi canê xwe diparêzin. Lê Tirkiye û cetyên wê bi awayekî hovane êrişî me dikin. Bajarên me talan û dagîr kirin. Niha jî gefan li Dêrik û Şingalê dixwe. Dixawze vîna gelê me û destkeftiyên me têk bibe û fermaneke nû bi ser civaka me ya Êzîdî de bîne. Heta nefesa xwe ya dawiyê em bi gelê xwe re ne û qet qebûl nakin ku herêmên me dagîr bikin. Em jin ji heft heta heftê salî emê dakevin qadan û walatê xwe biparêzin. Dewleta tirkî ya dagîrker nikare çavên me bişkîne. Em Kurd in û xwedîhêz in.”
Amîne Emîn axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Banga min ji bo NY û kesên dibêjin em mafê mirovan diparêzin ev e; ka Edalat û zagonên we? Çima hûn çavên xwe ji sûcên delweta tirkî ya dagîrker re digirin? Ji Kurdan re jî wiha dibêjim; dem dema parastina şoreşê û yekîtiyê ye.”