Rojnameya Ronahî

Şehîd Viyan Soran li Lubnan û bakur rojhilatê Sûriyê hat bîranîn

Kongreya Star û PYD’ê şaxên Lubnanê merasima bîranîna têkoşer Viyan Soran li dar xistin û di merasimê de hat gotin, jina azad meşeleya azadî û rizgariyê ye.
Di salvegera 15. ya şehadeta têkoşer Viyan Soran de, Kongreya Star û Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şaxên Lubnanê li navenda paytexta Lubnan Beyrûdê merasima bîranîna şehîd Viyan Soran li dar xistin. Bi dehan endamên Kongreya Star û endamên PYD’ê amade bûn.
Merasimê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re endamê PYD’ê Şepal Fetah wiha got: “Viyan Soran ji bo azadkirina têkoşerên li girtîgehên dewleta tirkî ya faşîst û azadiya gelên bindest, çalakiyeke fedayî pêk anî.”
Dûv re endama Kongreya Star Menal Ehmed peyama şehîd Viyan Soran ya ji rêber Abdullah Ocalan û gel re nivîsî, xwend.
Merasima bîranînê bi durişmên silavkirina şehîdan, berxwedana jinan û rêber Ocalan bi dawî bû.
Li Şedadê jî rêxistina Kongreya Star yaa navçeya Şedadê şehîd Viyan Soran bîr anî û soza şopandina xeta wê da.
Civîna bîranînê li hola Huriya bi durişma “Viyan Soran meşleya Oclan e ya ku venamire” hat lidarxistin.
Endama Kongreya Star ya Hesekê Selwa Ehmed di civînê de nameya şehîd Viyan Soran xwend.
Selwa girîngiya girêdana bi nirxên şoreşgerî yê şehîd Viyan Soran destnîşn kir û got, şehîd Viyan Soran çirûska yekê ya serhildanê bû, ku ji atmosfêra adet û kevneşopiyên eşîretî derket û ji tevayiya jinan re bû çira.”
Endama rêveber ya Kongreya Star jî behsa jiyana têkoşer Viyan Soran kir û diyar kir ku Viyan Soran ji bo parastina mafên jinan û azadiya rêber Abdullah Ocalan şehîd bû, bi şehadeta xwe riya azadiyê nîşanî jinan da.
Civîn bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.