Rojnameya Ronahî

3 sendîkayên Îtalya jî piştgirî dan kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’

Sendîkayên Îtalya COBAS, CUB û UNICOBAS jî tevlî kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ bûn û ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin.

Sendîkayên Îtalya COBAS, CUB û UNICOBAS piştgirî dan kampanya ‘Dem hatiye, ji bo Ocalan re azadî, aştî û edalet ji bo Tirkiyê’, ya ji aliyê Insiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hatî destpêkirin û ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin.
Di nameyê de hat bîrxistin ku rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî radestî dewleta tirkî hat kirin û ji hingê ve di nava tecrîdeke giran de ye. Di nameya sendîkayan de wiha hat gotin:
“22 sal derbas bûn û mîna mexdûriyeta hatî serê Nelson Mandela, Abdullah Ocalan di nava şert û mercên nemirovî de tê hiştin. Ocalan riya demokrasî û aştiya li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navî nîşanî gelê xwe da û ti carî dev ji vê hewldana xwe berneda. Têgihîştina metna ‘Konfederalîzma demokratîk’ û pêşdîtina wî vê radixe pêş çavan. Mixabin guh nadin wî, rejima tirkî û Erdoganê dîktator, Tirkiye kirine girtîgeh û leşkergeh. Redkirina mafên mirovî û siyasî, krîza aborî-civakî û xizaniya li qadên bejayî ji aliyê rejima tirkî ya destbixwîn ve tên veşartin.
Di vê dema trajîk de ku korona jiyan li mirovan herimandiye, birçî hiştine, bi taybetî jî mirovên girtî yên bêparastin bandoreke giran li wan kiriye. Li tevayiya cîhanê bi dehhezaran mirov bi daxwazname û kampanya tevlî seferberiya rizgariya Ocalan dibin.
Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û Rojava heta niha me gelek hewl daye û timî li qadê bûn. Herwiha em piştgiriyê didin kar û bangên ji bo kampanya navneteweyî ya bi navê ‘Dem dema wê ye; ji Ocalan re azadî, aştî û edalet ji bo Tirkiyê’.”