Rojnameya Ronahî

YPG û YPJ’ê soza parastina destkeftiyên şehîdan da

YPG û YPJ’ê soza şopandina xeta şehîdan û parastina destekftiyên bi keda şehîdan hatîn bidestxistin dan.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), di çarçoveya civînên li gel malbatên şehîdan de, bi malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo re civiyan.
Civîn li hola Rewabî hat lidarxistin. Hol bi wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ’ê hat xemilandin. Li derdora 300 malbatên şehîdan di civînê de amade bûn.
Piştî rêzgirtinê ji fermandarên YPG’ê Mihemed Zêdan axivî û got; serkeftinên me bi dest xistîn, berhemên fikir û felsfeya rêbertiyê ne. Bi saya keda şehîdan me gelek herêm rizgar kirin û destkeftiyên gel parastin.”
Di civînê de, Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî ev nirxandin kir: “Yên canê feda kirîn şehîd in, em jî deyndarên şehîdan e, divê em her tim wan bîr bînin û erkê me ye ku xeta wan ya têkoşînê bidomînin.”
Mehmûd da zanîn ku hêza xwe ji malbatên şehîdan digirin, ne ji destek û piştgiriya wan bûya wê nikaribûna serkeftinan pêk bînin û astengiyan rakin.
Ji fermandarên YPJ’ê Roj Devrem jî diyar kir ku şervanên YPJ’ê ji cîhanê re bûne semola berxwedanê. Herwiha da zanîn ku wê şervanên YPJ’ê têkoşîna xwe li hemberî hêzên tarî bidomînin û herêmên dagîrkirî rizgar bikin.
Helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin û li ser şehîdan sinivizyonek hat pêşandan.
Civîn bi stiranên komên TEV-ÇADN bi dawî bû.