Rojnameya Ronahî

HPC: Emê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Bi hezaran endamên HPC’ê yên kantona Qamişlo bi meşekê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û gefên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmê şeremzar kirin. Herwiha gotin, emê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.
Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û gefên dewleta tikî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi dehhezaran endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Dêrik û Girkê Legê meşek li dar xistin.
Meşê ji deriyê ketina bajarê Dêrikê yê rojava ber bi taxên bajarê Dêrikê ve dest pê kir. Bi hezaran şêniyên Dêrikê ji bo pêşwazîkirina meşvanan, li deriyê ketina bajar kom bûn.
Di meşê de durişmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan, şermezarkirina gefên dewleta tirkî hatin avêtin. Herwiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên HPC’ê hatin hildan.
Meş li Garaca navendî ya Dêrikê rawestiya û veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê û endama HPC’ê Zelfa Bidûr axivî, bal kişand ser berxwedana HPC’ê ya li dijî gefên dewleta tirkî.
Mitîng bi tilîliyên dayîkan û durişmên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû