Rojnameya Ronahî

Dayîka şehîd Viyan Caf: Keça min rêya serbilindiyê hilbijart 

Dayîka Şehîd Viyan Caf di 15’emîn salvegera şehadeta keça xwe de got; “Keça min rêyek serbilindiyê hilbijart û ez jî pê serbilindim. Ji ber ku ew di li pey serkeftina gel û Kurdayetiyê de çû.”

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) dibe. Viyan Soran şeva 1 li ser 2’yê Sibat 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist.

‘Ji bo min weke hevlek bû’

Dayîka şehîd Viyan, Glawêj Elî di 15’emîn salvegera şehadeta keça xwe de ji Rojnews re axivî. Dayîka şehîd Viyan destpêkê balkêşa ser kesayeta keça xwe û got; “Hertim giringiyê dida karên xwe û li rexa xwendina xwe kar jî dikir. Di mal û nava hevalên xwe de de keçek ziman xweş bû. Ji bo min weke hevalek nêzîk bû.”

Gelawêj di dewama axaftina xwe de derbarê rêbaza şehîd Viyan de axivî û wiha pêde çû; “Ji ber ku rêya serbilindiyê hilbijart, ez jî pê serbilindim. Tevî ji ber şehadeta wê ez dilgiranim, lê serê min pê bilinde. Dema ku li çiya di nava gerîlayan de bû, çend caran ez çûm serdana wê. Ji min re digot min dest bi xebatê kiriye. Me nekarî em rê li ber bigrin, ji ber ku biryara wê bi xwe bû. Ew li pey serkeftina gelê xwe û Kurdayetiyê de çû. Hêvî dikim wê dagirker bişkên û gelê Kurd serbikeve. Ji ber ku dagirker rojane me bombebaran dikin, dahatên me wêran dikin, bax û baxçeyên me dişewitînin.”

Dayîka şehîd Viyan Caf, Gelawêj herî dawî jî got; “Hinek aliyên siyasî hene ku di navxweyî de xiyanetê li Kurdan û zarokên me dikin. Çi bikin ji bo xwe dikin, ev jî xiyanetek mezine. Divê hemû Kurd weke bira bihevre ji bo serkeftina gelê Kurd di nava hewldanan de bin.”