Rojnameya Ronahî

Encamnameya Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer hat aşkerakirin

Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer hat aşkerakirin. Di encamnameyê de biryarên wekê ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê xurtkirina çalakiyan û ji bo jinên ciwan amadekariya dewreyên perwerdê hatin girtin.

Di 29’ê çileya 2021’an de li Silêmaniyê 3’yemîn  Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya “Birêxistinbûna jinên ciwan, dema azadî bidestxistinê ye” bi tevlîbûna 100 delegeyan hatibû lidarxistin. Encamnameya konferansê hate weşandin.

Encamnameya konferansê wiha ye: 

” Li Silêmaniyê 3’yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan, dema azadî bidestxistinê ye’ bi tevlîbûna 100 delegeyan dest pê kir. Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr, jinên ciwanên Tevgera Goran, nûnera Rêxistina Yesna û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn. Her wiha peyama jinên ciwan ên bakurê Kurdistan û Ewrupayê jî bi dîmen hate weşandin.

Destpêkê konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê pak ê hemû şehîdan dest pê kir. Di kesayeta şehîd Viyan Soran de, hemû şehîdên jinên pêşeng, şoreşger û jinên Başûr hatin bibîranîn.

Piştî wê di axaftina destpêkê de behsa giringiya konferansek di nava şert û mercên niha de hate kirin. Armanca sereke ya konferansê, şopandina kar û xebata dû salên borî ya rêxistina me bû û ji bo bihêzkirina kar û xebata jinên ciwan bû. Di konferansê de panoramaya kar û çalakiyên dû salan birêya sînevîzyonekê hate nîşandan. Her wiha rapora kar û xebata dû salên borî hat xwendin.

Bi giştî di konferansê behsa rewşa siyasî, civakî ya Herêma Kurdistan û Iraqê, bi taybet jî siyaseta dijdemokratîk û gendeliyê hat kirin. Dîsa behsa êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya hem di aliyê leşkerî, siyasî, aborî û çandî ya li ser başûrê Kurdistanê hat kirin. Behsa berxwedana xelkê Şengal, wargeha Mexmûr û hemû beşên din yên Kurdistanê a dijî dagirkeran hate kirin.

Hate gotin ku jinên ciwan hemberî dagirkeriya çandî, qurbanê yekemin û dixwazin ciwanan bê naverok û bingeh bihêlin. Her wiha behsa giringiya nerazîbûna ciwanan a dijî hemû gendelî, siyaseta şerxwaz ya PDK’ê û alîkaridayîna dagirkeran hat kirin. Ji bo rêgiritina li hemû pirsgirêk, aloziya civakî, siyasî û aboriyê, rêxistina me di nava dû salên borî de, gelek pêngavên hişyarî û çalakiyên cûda pêkaniye. Gelek çalakiyên fikrî, pîşeyî û dîsan çalakiyên bi armanca hişyarkirin û xweparastina jinan li hemberî hemû cûrê tundûtujiyê hat lidarxistin.

Rêber Apo yekem car tezên fikrî pêşkêşî hemû jinan, bi taybet jî jinên ciwan kiriye. Ji bo xwedî derketina li fikirê rast yê azadiyê, navenda çalakiyên hemû jinên ciwan azadiya Rêber Apo bû. Di vê çarçoveyê de jî gelek çalakî hatin lidarxistin.”

Jinên ciwan di konferansê de biryarên wiha girtin: 

“*Em ê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên cur bi cur lidarbixin.

* Ji bo hişyariya fikir ya di warê pêşengtiya jinan de, vekirina dewreyên perwerdeyê.

* Li dijî dagirkeriya leşkerî, siyasî, aborî û çandî ya li ser civaka me, em ê bi çalakiyan têkoşîna xwe bilind bikin.

* Dijî tundûtujiya ser jinan çalakî wê werin pêşxistin.

* Avakirina aboriyek koperatîf, bi taybet li Silêmanî û Raperînê. Avakirina derfeta kar ya ji bo jinên ciwan karek bingehîn yê me ye.

* Lidarxistina çalakiyên hunerî û jîngeyê.

* Ji bo pêşxistina ciwanan, dewamkirina çalakiyên pêşbirkên wêjeyî û çandî ya şehîd Şinyar.”

Di konferansê 7 jinên ciwan ji bo Desteya Rêveber ya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer hat hilbijartin.