Rojnameya Ronahî

Metirsiya tinebûnê li ser şunwarên Kerkûkê heye  

Metirsiya rûxînê li ser şunwarên dîrokî yên bajarê Kerkûkê heye. Dîroknas jî diyarkirin her desthilatek hatiye li ser bajêr şunwaran neparastine û tenê çavê xwe berdane dahata bajêr. Dîroknas dagirkeriya Osmaniyan wek mînak nîşan dan û diyarkirin Osmaniyan gelek şunwarên dîrokî li bajêr rûxandin û heta niha jî îdareya bajêr ti tiştek ji bo nûjenkirina wan şunwaran nekiriye.

Avahiyên dîrokî yên li Kerkûkê ku tev bi neqş û tabloyan hatibûn xemilandin, şahidiya wê yekê dikirin ku beriya bi hezaran sal şaristanî li Kerkûkê hebû. Lê bi demê re ji ber paşguhxistin û êrişên welatên dagirker ên li ser Kerkûkê piraniya şunwarên dîrokî hatin talankirin. Şunwarên ku mane jî ji ber xemsariya îdareya bajêr rûxiyane û bûne kavil.

Her çiqas ti zanyariyek fermî li ser ka çend şunwarên dîrokî li Kerkûkê hene, tine be jî, lê şunwarên herî diyar û li berçav Qelaya Kerkûkê û Qişleya Kerkûkê ne. Her du şunwar dîroka avakirina wan digihe destpêka avabûna bajêr. Lê ji ber xemsarî û paşguhxistinê gelek beşên van her dû şunwaran rûxiyane.

Dîroknas Mihemed Lek di derbarê rewşa şunwarên dîrokî yên bajêr de ji ajansa me re axivî û got; “Kerkûk yek ji bajarên herî kevnar ên cihanê tê hesibandin. Wateya navê Kerkûkê tê wateya Karê komî, yanî bi awayê komînal bajar hatiye avakirin. Dîroka avabûna wê digihe serdema berîn. Bi dirêjahiya dîrokê hemû desthilat û îdareyên bajêr çavê xwe tenê berdane çavkaniyên wê yên xwezayî, ti kesê şunwarên vî bajarî neparastiye. Ji dîrokê ta roja me ya îro jî kesek bi eslê xwe Kerkûkî nebûye rêveberê bajêr heta bikare bi awayek dilsoz şunwarên bajêr bi parêze.”

Mihemed Lek

Di dewamê de Dîroknas Mihemed rexne li waliyên Kurd ku di demên cûda de bajêr birêvebirine kir û diyarkir; “Waliyên Kurd jî şunwarên dîrokî yên Kerkûkê neparastin. Ji ber pêşbaziyên siyasî û mezhebî şaristanyeta vî bajarî ber bi wendabûnê ve çûye. Ti demê xelkê vî bajarî di nava aramiyê de jiyan nekiriye, heta fikra parastina şunwaran bikin! Ji bona wê ev bajar ji ber şer û aloziyan hemû rengên xwe ji dest daye. Heta niha jî şunwarên Gutiyan, Cihu û Zerdeştiyan li bajêr hene.”

Dîroknas Star Cebarî jî li ser şuwarên dîrokî yên Kerkûkê wiha axivî; “Her desthilatek hikûm li bajêr kiriye yan şunwaran talan kiriye, yan jî dîroka wê guhertine. Ji bo mînak, dema ku Osmaniyan Kerûkê dagirkirin, gelek mizgeft û cihên dîrokî li bajêr hebûn. Lê Osmaniyan ew şunwar tev rûxandin. Ti demê desthilata bajêr ne fikiriye ku şunwarên dîrokî yên Kerkûkê bi parêzin. Ji bona wê piraniya şunwarên bajêr tine bûne û tenê çend şunwarek mane. Ger şunwarên ku mane jî di demek zûde xwedî lê dernekevin û neparêzin, wê ev bajar wekî ku bajarek nû hatibe çêkirin, ti şunwarek xwe dîrokî nemîne.”

Star Cebarî

Star Cebarî diyarkir ku tê gotin dîroka bajêr digihe ji beriya 5 hezar salan, Cebarî got; “Lê ti şunwarek nemaye vê gotinê piştrast bike ka dîroka bajêr ewqas sale yan na.”

Rêveberê Saziya Şunwarên Kerkûkê Raîd Ugle jî di derbarê parastina şunwarên Kerkûkê de axivî û da zanîn heta niha jî çend cihek dîrokî li bajêr mane û ew çavdêriya wan dikin daku xera nebin. Raîd Ugle got; “Li Kerkûkê gelek asewar hene, me bi rêya saziyên navnetewî kariye beşek ji van asewaran nûjen bikin. Hewildanên me yên ji bo nûjenkirina hinek xan, germav û cihên din ên dîrokî berdewame.”

Raîd Ugle diyarkir waliyê Kerkûkê soz daye wan ku budceyek ji bo nûjenkirina şunwarên bajêr veqetîne. Her wiha got, divê hikûmet budceyek taybet ji bo nûjenkirina şunwarên dîrokî veqetîne, ji berku DAIŞ’ê hertim hewil dide şunwaran ji holê rake. Ugle destnîşankir li bajaroka Hewîce ya Kerkûkê du şunwarên dîrokî hene, lê beşek zêde ya wan şunwaran ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye rûxandin.

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle