Rojnameya Ronahî

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara meha sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Hevkariya bêdawî ya bi dewleta Tirk re wê dawî li PDK’ê bîne” derket.

Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara meha sibatê gihand ber destê xwendevanan. Hejmara vê mehê bi sernavê “Hevkariya bêdawî ya bi dewleta Tirk re wê dawî li PDK’ê bîne’ hat weşandin.

Di hejmara 191’ê de hevpeyvîn bi Endama Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif re hat kirin. Foza pêşdîtinên xwe yên têkildarî şerê li Sûriyeyê parve kir û nîşan da ku têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re çiqasî zerarê dide berjewendiyên neteweyî. Her wiha girîngiya projeya neteweya demokratîk jî destnîşan kir.

Zerya Gul, Mûrîel Gonzales Athenas û Gulistan Îke jî komploya navneteweyî, tecrîda li Îmraliyê û paradîgmaya çareseriyê ya civakî û azadîparêz a jinê nirxandin.

Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî bal kişand ser kampên koçberan ên li Duhokê ku dema dawî bi xwekuştina jinên Êzidî ketin rojevê. Bêtîdan diyar kir ku têkiliya şêniyên kampê bi derve ve qedexe ye, mîna dîlgirtiyan e û destnîşan kir ku PDK a ku bi navê koçberan alîkariyê ji hêzên navneteweyî digire, bi rêya birçîhiştinê hewl dide penaberan terbiye bike.

Rojnameyê têkildarî kampanya TJK-E’yê ya bi navê “100 sedemên ji bo darizandina dîktator” cih da peyamên piştgiriyê yên tevgerên jinan ên ji Tirkiyeyê heta Elmanyayê, ji Meksîkayê heta Kolombiya û Arjantînê.

Sara Aktaş ku demeke dirêj li zindanên Tirkiyeyê ma, qala êşkenceya ‘lêgerîna bi rengekî tazîkirî’ kir ku mehên dawî ev kiryar timî di rojeva Tirkiyeyê de ye. Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de her wiha encamên polîtîkaya qeyûm li Tirkiyeyê, karên Yekîneya Jineolojiyê ya Mexmûrê tên vegotin.