Ji rûspiyên eşîra Şemer, şêx Ehmed El-Şetî got, ji bo rêgirtina li dijminayî û dagîrkirina herêmên Sûriyê ji aliyê delweta Tirk ve, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne bi her tiştê xwe feda bikin.
Bertekên gel yên li dijî gefên dewleta Tirk a dagîrker yên li ser herêma Dêrikê, pirtir dibin. Ji rûspiyên eşîra Şemer, şêx Ehmed El-Şetî diyar kir ku Erdogan hewl dide dîroka Osmaniyan vegerîne û aloziyên welatê xwe derxîne derve.
Ehmed El-Şetî diyar kir ku tevayiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên li ser herêmê destek in û got; gelê herêmê bi hev re Rêveberiya Xweser ava kir û xwîna zarokên wan di rêya parastin û yekitiya xaka herêmê li eniyên şer tevlî hev bû.
El-Şetî nirxandinên xwe wiha domand: “Îdiayên Erdogan ên dagîrkirina herêmên me bê bingeh in. Her kes wê yekê dizane. Ew dixwaze serweriya tevayiya cîhanê bike, ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lewra me dît çawa dest li Lîbya, Yemen û Qerebaxê werda. Herwiha dewleta Tirk girîngiya tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizane, ku ew tecrubeyeke ne ji rêzê yek û dikare çareseriyê ji tevayiya pirsgirêkên Sûriyê re bîne. Ji ber wê yekê bi êrişên xwe vê rêveberiya ku gel tev kir yek, dike hedef.”
El-Şetî wiha bidawî kir: “bang li hemû rûspiyên eşîrên ereban û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek da ku rê li êriş û gefên dewleta Tirk bigirin. Her wiha teqez kir ku hevgirtina hemû pêkhateyan rêya tekane ya bidawîkirina dagîrkeriya Tirk û parastina destkeftiyên gelê Sûriyê ye.”