Rojnameya Ronahî

Nexweşxaneya Şedadê di demeke nêz de wê dest bi xizmetê bike

Werşeyên kar yên Nexweşxaneya Gel a Şedadê zêdetirî salekê ye nexweşxaneyê sererast dikin û nexweşxane dê di demeke nêz de bikeve xizmetê.

Rêveberiya Xweser di destpêka sala derbasbûyî de ji bo pêkanîna xwestekên welatiyan û pêwîstiya şêniyan bi nexweşxaneyekê da ku xizmeta herêmê bike, dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir.
Nexweşxaneya Şedadê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû hilweşandin û xirakirin. Rêjeya xirabûnê ji sedî 75 bû.
Li gorî berpirsê projeyê Mihemed Zêdo ji sedî 95 ji xebata sererastkirinê bi dawî bûye û di destpêka Adarê de dê bikeve xizmetê.
Mihemed Zêdo diyar kir ku werşe bi hemû hêza xwe dixebitin da ku sererastkirina nexweşxaneyê di dema hatiye diyarkirin de bi dawî bikin.
Nexweşxane dê xizmeta zêdetirî 700 gundên girêdayî 4 navçeyên gundewarên başûrê Hesekê bike.
Mihemed Zêdo tekez kir ku nexweşxane dê xizmeteke mezin bide şêniyên herêmê, ji ber nexweşxaneya tekane li herêmên gundewarên başûrê Hesekê heta bajarokê El-Siwer ê gundewarên bakurê Dêrazorê û heta bajarokê El-Deşîşa yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê ye.
Her wiha nexweşxane dê barê şêniyan sivik bike da ku neçin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişloyê.
Mihemed Zêdo da zanîn ku dê alavên pêşketî û kadroyên tenduristiyê di nexweşxaneyê de hebin û nexweşxane dê yek ji baştirîn nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.