Rojnameya Ronahî

“Çima cîhan li me bûye yek”

Leylan RESO/Qamişlo

Dewleta tirkî ya dagîrker her dem gef û êrişên xwe li ser xaka Sûriyê, bi taybetî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Gelê herêmê li hember van gefan bêdeng namînin, ji heft salî heta heftê salî dadikevin qadan û van êrişan şermezar dikin.
“DIVÊ KU GELÊ ME HEVGIRTÎ BIN”
Welatiyê bi navê Mehmûd Îbrahîm 61 salî, yê ji taxa xerbî li ser gefan wiha diyar kir: “Li hember van êrişan divê gelê me li ber xwe bide û bi têkoşîna xwe armanca dewleta tirkî ya dagîrker têk bibe. Lê mixabin dewletên navneteweyî li hember van gefan bêdeng mane. Ji bo em axa xwe ji dagîrkeran rizgar bikin, ya herî pêwîst yekîtiya neteweyî ye. Divê gelê herêmê li pêşiya dagîrkeran destek bin. Çimkî bi hevgirtina gelê herêmê û berxwedana şervanan emê xaka xwe rizgar bikin û gefan têk bibin”
LI HEMBER GEFAN YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN
Jina bi navê Lema Silêman jî wiha axivî: “Em li ser xaka xwe ne çima dewleta tirkî ya dagîrker dev ji me bernade. Her dem dixwaze xaka me dagîr bike û erdnîgariya xwe berfireh bike û îmbiratoriya osmanî ji nû ve vejîne. Her kes li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ma wê heta kengî gelê Kurd rastî êrişan bên. Gef li ser gelê herêmê tên xwarin, bi erêkirina dewletên nevneteweyî ye. Ji bo wê divê gelê me li hember gefan yekîtiya xwe ava bike.”