Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê erkdarkirina hin ji endamên wê weke parêzerên parastina Rêber Abdullah Ocalan, ragihand.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Dewleta tirkî ya dagîrker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û ji 7`ê Tebaxê ve derfet nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin.
Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê bi hatina salvegera 22`an a komploya Navnetewyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li Mecilsa Mafên Mirovan a desteya NY`yê, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, CPT û dadgeha Ewropa ya mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, dewleta tirkî neçar bikin ku qanûn û lihevkirinên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan pêk bîne.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ve li pêşiya avahiya Meclisa Dada Civakî ya bajarê Qamişlo hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an bi komployeke navnetewî û istixbaratî li pêşiya baylozxaneya Yewnanistanê li Kinya hate girtin û paşê radestî dewleta tirkî hate kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ocalan ji tişta herî biçûk ku parastina jiyana wî ya fizîkî bike, mehrûme. Rastî êşkecekirina fizîkî, piskolojîk û ferzkirina tecrîdê tê. Bi vê yekê dewleta tirkî ya dagîrker mafên mirovan, qanûnên navnetewî bi taybet yên mafên sivîl, siyasî, lihevkirin û qanûnên taybet bi danûstandina bi girtiyên siyasî re, binpê dike.
Em bang li çapemeniya azad, rêxistinên navnetewî, mirovî, mafnas û di serî de Meclisa Mafên Mirovan di Desteya NY`yê, CPT, dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û dewleta tirkî neçar bike ku qanûn û lihevkirinên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan pêk bîne.
Em hin ji parêzerên xwe ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan erkdar dikin. Em ji bo pêkanîna hemû pêwîstiyan û li pêşiya çi aliyê be, amade ne ji vê kêliyê heta pêkanîna xwesteka me di serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan de.”