Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî bi nirxekî baş dest bi belavkirina para yekemîn a madeya kapekê (nixalê) li kesên ku sewalan xwedî dikin, kir. Sewalkaran got miqdara ku hatiye veqetandin têra pez nake, ji ber ku îsal zêde şînkayî li herêmê tune ye.
Komîteya Sewalkariyê ya Gerînendetiya Çandiniyê kapek li kesên pez xwedî dikin, ên li kantona Girê Spî, navçeya Silûk, Eyn Îsa û Cirinê belav kir.
Komîteyê ji bo her seriyekî pez 3 kg, ji bo her çêlekekê û deveyekî 15 kg veqetandiye û her kîloyek bi 300 lîreyên Sûriyê ye.
Kesên ku pez xwedî dikin zehmetiya bihabûna madeyên wekî ceh û kapekê û yên din dikişînin, ji ber ku li sûka reş her kîloyek kapek bi 650 lîreyên Sûriyê ye û kîloya ceh jî digihêje 500 lîreyên Sûriyê.
Têkildarî mijarê Fehed El-Bedir ku ew jî pez xwedî dike, axivî û spasiya Gerînendetiya Çandiniyê kir ku alîkariya wan kiriye, lê gazin ji kêmbûna miqdarê ku hatiye veqetandin kir û wiha domand: “Ji bo her seriyekî pez 3 kg têrê nake û ev yek têra 3 rojan dike, ji lew ra em neçar dimînin ku êm ji sûkê bikirin û bi nirxekî bilind.”
Ezîz El-Silêman jî bang li aliyên peywendîdar kir ku mehane herî kêm 10 kg êm bidin, ji ber ku bazirgan madeyan biha difiroşin.
Li gorî serjimariya ku hîn jî Komîteya Sewalkariyê xebata wê berdewam dike, li ser asta kantonê 600 hezar serî pez heye, 188 çêlek û 277 deve hene.
Têkildarî daxwazên kesên ku pez xwedî dikin, endamê Gerînendetiya Çandiniyê Mihemed Ednan diyar kir ku kapekê ji aşekî tînin, ew jî li kantona Kobanê ye, ji ber ku hemû aşên Ii kantonê piştî êrişên dewleta Tirk hatine girtin.
Der barê miqdarê deku ji kantona Kobanê digihêje wan, Mihemed Ednan destnîşan kir ku miqdarên ku têne belavkirin ne bi rêk û pêk in, hefteyê nêzîkî 50 ton digihêje wan.
Mihemed Ednan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Gerînende bi hemû derfetên xwe dê piştgiriya xwedanên pez bikin û her ji du mehan carekê 200 lître mazot bide kesên pez xwedî dikin û kesên ku traktorên ku ji bo xwedîkirina pez bi kar tînin.”