Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê ji bo ku li dijî êrişên deweta tirkî rabin, bang li civaka Êzidî kir da ku nehêlin axa wan ya pîroz bê dagirkirin û li hember her êrişekê ciwanên Êzidî dest biavêjin çekan û berevaniyê ji axa Şengalê re bikin.
Li hember gef û êrişên dewleta tirkî yên ser Şengalê, Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li hêz û partiyên siyasî yên êzidiyan hate kirin da ku li hemberî êrişên dewleta tirkî bibin yek, her wiha bang li tevahiya civaka êzidî hate kirin ku di dema her êrişekê de dest biavêjin çekan û berevaniya Şengalê bikin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Desteya Eşîr û Oldarên Êzidiyan a Şengalê daxuyanî û gefên dewleta tirkî ya dagirker şermezar dikin ku yekemîn welat e bi hemû hêza xwe piştgiriya çeteyan dike û dixwaze serweriya Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigihîne çiyayê Şengalê ê berxwedêr û herêmê dagir bike, her wiha di çiyayê me yê pîroz bingehên xwe yên leşkerî çêke, bi hincetên xwe yên nerast.
Em dizanin armanca dewleta Osmanî çi ye û ji ber çi destdirêjiyê dike ser welatên derdora xwe. Dîroka wan a reş a tijî komkujî û qirkirinên li hember kêmneteweyan, wekî Komkujiya Ermeniyan, komkujiyên li dijî civaka êzidî û elewiyan, bi dirêjahiya dîrokê dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin, bi dagirkirina çiyayê Şengalê û pêkanîna komkujiyên nû li dijî civaka êzidî.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li tevahiya gelê xwe yê êzidî û dostên wan dikin; bi me re bibin yek û em bi hev re Şengalê û pîroziyên xwe biparêzin. Her wiha partiyên siyasî, hêzên leşkerî bi erka xwe ya nîştimanî û olî rabin, bibin yek û li dijî van êrişan bisekinin.
Em ê heya dawiyê şerê xwe bikin çawa me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, em ê ji niha û şûnde jî dest ji vê dozê û parastina axa xwe bernedin, berdêlên wê çi dibin bila bibin.”
Piştî daxuyaniyê oldarê êzidî Feqîr Reşo jî axivî û got: “Di dîrokê de gelek aliyên mîna Tirkiyê êrişî Şengalê kirin. Eger Tirkiyr li tunekirina ola êzidiyan digere û bi hincetên cuda dixwaze êrişî Şengalê bike, bila were! Çawa di dîrokê de me serî netewandiye, divê ji niha û şûnde her kesekî êzidî li dijî van gefan bikeve nava berxwedanê û serî netewîne.”
Reşo bang li hikumeta Iraqê kir û got: “Eger hûn ne amade ne serweriya axa xwe biparêzin û rê ji Tirkiyê re vedikin ku êrişî ser me bike, em ê heta dawî li ber xwe bidin.”
Yek ji kesayetên êzidî Hesen Şerîf jî axivî û got divê êzidiyên li Şengalê li himberî van êrişan bikevin nava berxwednê û êzidî û dostên wan ji derveyî welat jî bikevin nava çalakiyan.
Yek ji serokeşîrên êzidiyan Şemo Xwedêda jî got: “Şengal hatiye guhartin, ne wekî bere ye ku her kî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike.”
Şemo Xwedêda di dawiyê de got: “Eger bi çi hincetê be jî di rastiyê de armanca Tirkiyê tunekirina ola êzidiyan e û em jî vê qebûl nakin.”