Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Ednan Hesen gotin ku armancên dewleta Tirk a dagîrker û hikumeta Şamê yek in ku bakurê Sûriyê bixe bin kontrola xwe. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Gulê Hesen jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.
Gelê Kurd bi siyasetmedar û rewşenbîrên xwe nerazîbûn nîşanî siyasetên ku berxwedana gelên bakurê Sûriyê bi giştî û herêma Şehbayê bi taybet dikin armanc, didin.
Çavdêr dibêjin ku siyasetên dewleta Tirk a dagîrker û hikumeta Şamê li herêma Şehbayê heta astekê dişibihin hev, komkujiyên ku her ji demekê dewleta Tirk li dijî Til Rifetê pêk tîne û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê ferz dike berxwedana gelê Efrînê û Şehbayê dike armanc. Li hemberî siyaseta her du aliyên navborî civaka navneteweyî bê deng e.
Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê di Çileya 2018’an de êrişên dagîrkirinê birin û kantona Efrînê, şêniyên herêmê 58 rojan li kantonê ber xwe da. 18`ê Adara 2018`an di encamên êrişên hovanê de Efrîn hate dagîrkirin û şêniyên wê neçar man ku koçber kantona Şehbayê bibin.
Piştî koçberiya ber bi Şehbayê ve, hikumeta Şamê ambargo li ser herêmê ferz kiriye û rê nade ku madeyên xwarin û sotemeniyê derbasî kantonê bibin. Her wiha ketin û derketina şêniyan asteng dike.
“ARMANCÊN DEWLETA TIRK Û HIKUMETA ŞAMÊ YEK IN”
Têkildarî vê yekê Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê nivîskar Ednan Hesen axivî û diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagîrker hewl didin ji her derfetekê sûdê bigirin da ku berxwedana gel lawaz bikin û berjewendiyên xwe bi cih bînin.
Ednan Hesen di berdewamiya gotina xwe de da zanîn ku armancên dewleta Tirk û hikumeta Şamê dema êrişên li ser Efrînê diyar bûn û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hikumeta Şamê dixwaze herêmên bakurê Sûriyê kontrol bike û dewleta Tirk a dagîrker jî dixwaze tevahî herêmê dagîr bike.”
Ednan Hesen di dawiya axaftina xwe de got, gelê bakurê Sûriyê piştî berxwedana ku nîşan da, ne ew gelê ku bihêlin tu alî serweriya xwe li ser wan ferz bike.
Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê di 22`yê vê mehê de li dijî sivîlên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê komkujiyeke din pêk anî û di encamê de 4 kes şehîd ketin û 8 kesên din birîdar bûn ku di nav wan de zarok hebûn.
Ji şehîdan du zarok hebûn; “Macid Yasir Sekran ê 5 salî, Ebdulmuhsin Sekran ê 12 salî” her wiha jina bi navê Nazliyê Mihemed Mistefa û Seedeîn El-Qeys.
Li aliyekî din jî Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Gulê Hesen axivî û got: “Tevî dagirkirina dewleta Tirk a li herêmê û koçberkirina şêniyan bi zorê, lê şêniyên me yên li Şehbayê dûrî xaka xwe neketin, ji ber ku gelekî têkoşer e û li dijî dagîrkeriyê sekinin û baweriya wê bi hêzên wan ên leşkerî û yekitiya mala kurdî heye.
Gulê diyar kir ku dewleta Tirk bi van komkujiyan her tim dixwaze ku dîroka xwe ya ku bi komkujiyên li dijî kurdan dagirtî ye dûbare bike û şêniyan bitirsîne ji bo ku wan ji welatê wan koçber bike.
Gulê Hesen bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê van sûc û komkujiya ku dewleta Tirk a dagîrker li dijî herêmên bakurê Sûriyê pêk tîne şermezar kir û wiha axaftina xwe qedand: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku dev ji bêdengiya xwe berde û zextê li dewleta Tirk a dagîrker bike ku dawî li van sûcan û komkujiyan bîne.”
2`yê Kanûna 2019`an de jî dewleta Tirk a dagîrker li dijî şêniyên Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bûne komkujiyeke pêk anîne. Di encamê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.