Rojda SEYIDXAN
QAMIŞLO – Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger têkildarî qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Seda Feysel El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve wiha got:”Destdirêjiya li ser jinan û şêwaza qetilkirinê, kîna hêzên desthilatdar a li dijî jinê nîşan dide. “
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên ji pêkhateyên ereb piştî rizgarkirina herêmên wan ên ji çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe di nav xebatan de girtin. Bûn pêşengên civaka xwe û bingeha rêxistinkirina jinên ereb. Desthilatdarên ku dijminatiya jinan dikin, bi kiryarên hovane êrîşî pergala jinê dikin. Di 22’yê Çileya 2021’ê de Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Seida Feysel El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger nirxandin kir û ji me re parve kir.
“SÎSTEMÊN DESTHILATDAR NEDIHIŞTIN ÎRADEYA JINAN BIPEJIRE”
Zelalê bal kişand ser rewşa jinê ya beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku em dibêjin Şoreşa Rojava ev şoreş, şoreşa jinê ye. Bi vê yekê em wateya cewhera şoreşê didin nîşandan. Heger em çend salan vegerin paş de, em ê bibînin ku jinê di bin serweriya mêr de nikarîbû serê xwe rake. Li hemû Rojhilata Navîn ev rewş dihate dîtin, taybet jî dîsa jin dibûn qurban. Di dema serweriya Rêjîma BAAS’ê de rast e jinên xwendevan û zane hebûn, lê ew îradeya ku bikaribe li hember van sîsteman bisekine nepejirîbû. Piştî Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, gelek çav li ser Sûriyeyê vebûn û her hêzeke desthilatdar xwest ji axa Sûriyeyê parekê bibe. Bi derketina DAIŞ’ê re rewş hîn xerabtir û aloztir bû.”
“DESTDİRÊJİYA Lİ SER JİNAN KÎNA HÊZÊN DESTHİLATDAR NÎŞAN DİDE”
Zelalê derbarê kiryarên ku çeteyên DIAŞ’ê li dijî jinan didin meşandin nirxandin kir û wiha pê de çû: “Dema ku çeteyên DIAŞ’ê herêmên me dagir kiribûn, jin bi rewşên qetilkirin, firotin û revandinê re rû bi rû diman. Niha jî ev kiryarên qirêj dixwazin bidomînin. Hem li herêmên dagirkirî, hem jî li herêmên ku hîn şaneyên razayî yên DAIŞ’ê lê çalak in dixwazin dîsa kiryarên xwe yên hovane bikin. Berî çend rojan Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Seda Feysel El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Ev kiryarên wisa lawazbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî îradeya jinê dide nîşandan. Xwestek û îradeya jinên ereb di şoreşa jinê de derket pêş, loma li dijî vê yekê em dibînin êrîşên herî hov li ser jinan tên kirin. Li dijî hişmendiya tarîtiyê jinên ereb têkoşiyan û bi pergala netewa demokratîk re bûn pêşengên civaka xwe. Hedefgirtina jinan derbeya li dijî pergala netewa demokratîk e û daxwaza valaderxistina şoreşa jinê ye. Berovajî wê li dijî kujerên jinan hemû jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava têkoşînê de ne. Destdirêjiya li ser van jinan û şêwazên qetilkirina wan, kîna hêzên desthilatdar a li dijî jinê nîşan dide.”
“Jİ BO CİVAKEKE AZAD EM Ê TÊKOŞÎNÊ BİKİN”
Zelalê da zanîn ku hevgirtina jinan li dijî kiryarên ku vîna wan hedef digire serkeftina herî mezine û wiha domand: “Hevgirtina jinan li dijî kiryarên qirker serkeftina herî mezin e. Ji bo wê em her dibêjin pêwîst e rêxistina jinan xurt be û hêza wan hebe. Jinan êdî li dijî wê zîhniyeta desthilatdar asteke xwe ya rêxistin û pêşengtiyê ava kirine. Her wiha guhertinên bingehîn bi xwe re aniye. Pêwîst e em jin hîn zêdetir mil bidin hevdu û xwe perwerde, zane bikin.”
“XWEDÎDERKETİNA Lİ SEDA Û HİNDÊ XWEDÎDERKETİNA Lİ TEVAHÎ JİNAN E”
Zelalê di dawiyê de têkoşîna jinan a li dijî kiryarên qirker bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Dijminên me dibêjin dema ku em jinan ji holê rabikin, em ê perlgala jinan bin bixin. Lê bila vê rastiyê ji bîr nekin ku her çiqas êrîş giran jî be ewqas têkoşîna me bi hêrstir dibe. Jin di nava felsefeyeke azad de fikrê wê hatiye honandin. Têkoşîna ku em didin meşandin, bi armanca rakirina zîhniyeta DAIŞ’ê û hemû hêzên faşîst e. Xwedîderketina li Seda û Hindê xwedîderketina li tevahî jinan e.”