Jiyan BOZO/ Qamişlo
Ji sala 1999an heta roja me ya îro Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Dewleta tirkî ya dagîrker destûra malbatê û parêzerên wî jî nade ku biçin gel. Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û şkandina tecrîdê, jinên bakur û rojhilatê Sûrî helwesta xwe diyar kirin.
“EM DEYÎNDARÊ RÊBER APO NE”
Derbarê mijarê de endama Kongra STAR welatiya taxa Hilêliyê ya Qamişlo Sireya Deham wiha axivî: “ Ev 22 sal in Rêber Apo di girtîgehê de ye. Em tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêbertiya me netenê ji bo Kurdan ji tevyiya cîhanê kar û xebat kir. Çimkî fikir û felsefya wî gerdonîye. Rêberê me afrînerê jiyana azad e. ji bo dewleta tirkî ya dagîrker bi awayekî hovane êrîş û tecrîda li ser wî pirtir dike. Me bi wî û fesefeya wî xwe nas kir. Jina Kurd ku tine dihat dîtin, bi saya rêbertiyê îro xwedîmaf e. Ji ber wê em deyîndarê Rêber Apo ne”
Sireya Deham bi van gotinan qedan: “ Banga min ji her kasê ku qaşo dibêjin em demokratin û ji cîhanê tevî re heye; şerm bikin ma namûs û hesyeta wa nîne. Hûn çawa dibêjin em mirovin û mafê mirovan diparêzin, serokekî ku ji tevayiya cîhanê re kar û xebat dike di girtîgehê de ye. Bi çi mafî serokê me girtiyê. Lê baş bizanin heta dawiyê li dûv riya wî bin û emê azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”
“EV TECRÎD LI DIJÎ ME JINAN E”
Endama Komîta Şopandina Komînan ya Meclisa Navçeya Qamişlo Şemsîxan Gulo jî wiha axivî: “Di van salên dawiyê de dewleta tirkî ya dagîrker tecrîda li ser rêbertiya me girantir dike. Ji sala 2019an ve ne parêzeran hevdîtin pê re kiriye, ne jî malbatê. Ev tecrî netenê li ser Rêber Apo ye li ser gelên cîhanê tevî ye. Rêber Apo ne serokê Kurdan tenê ye, di roja me ya îro de bi milyonan kes wî nûnerê xwe dibînin û li ser fikir û felsefeya wî têdikoşin. Xwesteka dewleta tirkî ya dagîrker tinekirina rêbertiya me ye. Ev tecrîd li dijî me jinan e. Çimkî rêber Apo projeya azadiya jin bingehê şoreşa xwe girt. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîker tecrîdê li ser rêberiya me girantir dike. Lê bila dewleta tirkî û her kesê xwefiroş bizanin em jin xelaka ji agirin. Bi vîna ku me ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye emê wan têk bibin û rêberê xwe azad bikin.”