Li kantona Hesekê cara yekê ye ku kartol (petat) tê çandin. Çavdêrên projeyê serkeftina projeyê piştrast kirin û plan dikin ku di mewsimê bê de dê rûbera projeyê berfireh bikin.
Sîstemên ku Sûriyê hikum dikirin bi taybet rejîma Baas, bi zanabûn Sûriyê di aliyê çandiniyê de dabeşî gelek herêman kiribûn. Her çi qas xaka bakurê Sûriyê dewlemend e jî, gelek cureyên darên berhemdar û sebze bi zanabûn tê de nehatin çandin.
Hikumeta Şamê ji destpêka avakirina xwe ve, şêniyên herêmên bakur bi taybet herêma Cizîrê neçar kirin ku tenê genim û ceh biçînin û çandina zebzeyên havînê û zivistanê qedexe kir da ku van madeyan ji hundirê Sûriyê bînin.
Tevî siyaseta ku ji wê demê ve li dijî cotkaran hate meşandin, lê gelek cotkar parastina zeviyên xwe kir û ji ber tirsa girtinê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve, gelek cureyên çandiniyê bi rûberên biçûk çandin.
Piştî Rêveberiya Xweser li bakurê û rojhilatê Sûriyê hate ragihandin, girîngî da qada çandiniyê û piştgiriya cotkaran kir, da ku cureyên nû li herêmê biçin mîna darên hinaran, tirî, tû, bahîv û zeytûnê.
Têkildarî mijarê Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê, cara yekê petat çand. Li gorî îdiayên saziyên hikumeta Şamê, dihat bawerkirin ku hilberîna petat li herêmê bisernakeve.
Li gorî çavdêrê projeyê Sadiq Eldemir, ev cara duda ye ku petat li herêmê tê çandin. Hilberîn di mewsima havînê û payîzê de hat çandin û ji bo wê 180 hiktar hate veqetandin.
Sadiq Eldemir destnîşan kir ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku sûd ji zeviyên herêmê bigirin û cureyên nû ku berê dihate qedexekirin, derbasî nava bazaran bikin.
Ev însiyatîfa ku li Hesekê hatiye pêkanîn dê piştgiriyê bide aboriya herêmî û rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne. Di heman demê de jî hêviyê dide şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê ku dikarin gelek cureyên sebze û fêkiyan biçînin, ji ber ku axa bakur û rojhilatê Sûriyê dewlemend e.
Eldemir da zanîn ku vê projeyê rewşa jiyanî ya gelek malbatan baş kir û niha zêdetirî 300 karker di nava zeviyên petat de dixebite.
Sadiq Eldemir eşkere kir ku hilberîna çandina petat gihaşt zêdetirî 600 tonan û hilberîna çandina cara duduyan gihaşt derdora 500 tonan.
Di dawiyê de Sadiq Eldemir anî ziman ku di mewsima bê de ew ê rûbera projeya xwe berfirehtir bikin, da ku li herêmên din werin çadinin, gelek malbatên din sûdê jê bigirin û pêwîstiya bazaran jî dabîn bike.
ANHA