Idrîs Henan
Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk bi hişmendiya avakirina çareseriyeke demokratîk li Sûriyê, Îraq, Misir û Ewrûpa têye weşandin.
Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk bi boneya derketina jimara 50’î li Şehbayê semînerk li dar xist. Armanca semînerê pêşxistin û nirxandina naveroka kovarê ye.
Kovara Bi Hişmendiya Çareseriya Demokratîk Tê Weşandin
Cemîl Reşîd ku endamê radeksyona kovarê ye ji rojnameya me re axivî û ev tişt anî ziman: ”kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk kovareke peryodîk her çar mehan carekê tê weşandin. Her nivîskarek dikare têde binivîse. Hemû nivîs jî ji aliyê desteya weşanê ve kovarê tên nirxandin” .
Cemîl Reşîd diyar kir ku; kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk hemû çareseriyê
n guncaw di bin
sîwana Netewa Demokratîk de digire dest. Ji ber ku kovar xîtabî gelên Ereb dike, ji lew re jî tenê bi zimanê erebî tê weşandin. Reşîd destnîşan kir ku her tişta girêdayî raman, çand, civak, jin û olê be, li gorî senteza Netewa Demokratîk têde tê belavkirin. Reşîd wiha dewam kir: “hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, li gorî paradîgmaya Netewa Demokrtîk û cudabûna cografyayê di kovarê de tên nirxandin. Her nivîskarek li gorî taybetmendiya herêma xwe, di vê çarçoveyê de çareseriyan pêşniyar dike û nerîna xwe bi rêya kovara me bi raya giştî re parve dike”.
Reşîd işaret bi nasnameya nivîskarên kovarê kir û ev tişt got: “nivîskarên me ji her welatekî hene. Ji Sûdan, Cezayir, Filistîn, Urdun, Libnan, Îraq, Sûriyê û Marroko bigire heya yên ku li Ewrûpa jiyan dikin hene. Hemû jî akadîmisyen in û bi awayekî bi rêk û pêk ji kovarê re dinivîsin”.
Fikrên Zihneyetperest Qebûl Nakin
Endamê radeksyona kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Mustefa Şêx Mislim jî da naskirin ku kovar bi awayekî fermî di sala 2002’an meha Sibatê li Beyrûtê derketiye. Lê piştî du jimaran û ji ber hinek pirsgirêkên ewlekariyê û baş tênegihaştina siyaseta weşanê, cihê çapê tê guhertin û herdu jimar tên îbtalkirin. Di sala 2005’an de ji nû ve û bi hişmendiya çareseriya Netewa Demokratîk jimara wê ya yekê li Îraqê derdikev. Lê piştî mudexelya dewleta Tirk destûrnameya weşanxaneya wê ya li Begdayê tê kişandin û kovar berê xwe dide Silêmaniyê”.
Mustefa Şêx Mislim tekez dike ku armanca kovarê belavkirina fikra demokratîk di nava gelan de ye. Mislim pîvanên nivîsan jî wiha tîne ziman: “nivîsên xwedî hişmendiya netewperest, olperest û xwedî kapasîteyek radîkal a girtî bin, di kovara me de nayên weşandin. Hemû madeyên jimarê li gorî siyaseta wê ya weşanê tên hilbijartin û pêşniyarkirin. Êdî her nivîskarek serbest e ka sernavên çawa û çareseriyek çawa hildibijêre. Lê ya girîng ew e ku kovara me terfê çareseriya demokratîk e”.
Hêjayî gotinê ye cara yekê ye kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk li Şehbayê semînerk danesînê li dar dixe. Ji bo belavkirina wê jî, endamê radeksyonê tekez kirin ku wê hewl bidin kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk bi awayekî bi rêk û pêk bigihîne Şehbayê.