Her çi qasî bi temenê xwe biçûk e û ji ber aloziya Sûriyê zor û zehmetî dîtin, lê hezkirina wê ji nivîsandina romanan, kurteçîrok û helbestan re sînor nas kir, malbatê destek da behreya wê û xewna xwe bi cih anî.
Ji beriya deh salan ve li Sûriyê şer rû dide, di encamê de bi hezaran sûrî koçber bûn, mal û milkên wan wêran bûn.
Tevî şerê li Sûriyê gelek behre derketin holê, ji van behreyan; behreya ciwana bi navê Semaa Îsa ku beriya 4 salan li bajarê Minbicê yê Sûriyê bi cih bû. Ji ber li vir aramî û ewlehî peyda dibûn û gelê Sûriyê berê xwe didan wir.
Semaa Îsa ya ji bajarê Helebê (17) û ji malbateke xwedî 9 kulfetan e, ji zaroktiya xwe ve dest bi nivîsandina roman, helbest, wênexêzî û kurteçîrokan kiriye.
ꞌDI QADA NIVÎSANDINÊ DE SERKEFTÎ YEꞌ
Semaa Îsa destnîşan kir ku di 8 saliya xwe de dest bi nivîsandina kurteçîrokên zarokan kir, cara yekemîn nîşanî malbata xwe kir, malbatê destek dayê û vê yekê hişt ku xewna xwe bi cih bîne.
Têkildarî nivîsandina romanan Esmaa Îsa ev yek anî ziman: “Min dest bi nivîsandina romanan kir, min romanek ser parçekirina malbatê, berdan û bandora wê li zarokan nivîsand, lê ji ber sedemek di laptopê de çêbû, roman hate xerkirin, ji ber vê min demeke dirêj nenivîsand, lê piştre li nivîsandinê vegeriyam, min romanek bi navê Îma nivîsand û dê di demeke nêz de were çapkirin.”
Semaa Îsa da zanîn ku ew qet nedixwest romana Êma çap bike, heta hêviyên wê tunebûn ku derveyî malbatê tu kes bixwîne, lê malbatê ew teşwîq kir û pêşniyar kirin ku biçe Yekitiya Rewşenbîrên li Minbicê, da ku li romana wê vegerin. Bi vî awayî yekitiyê roman sererast kir û şandin çapxaneyeke li bajarê Qamişlo.
Îma lehenga romanê ye, roman jî behsa hezkirina jineke gundan dike ku çûye bajêr û dem jê re divê ku hogirî jiyana civaka bajaran bibe, paşê bi wan re dibe yek, ji yekî li bajêr hez dike û pê re dizewice.
Semaa di romanê de aliyên hestiyariyê, aliyên bedbîniyê bi şêweyekî wêjeyî dihone.
Niha jî hewldana nivîsandina romaneke din dike, ew jî vegera romana ku hatiye xerabkirin. Romana ku xerab bûbû; behsa doza berdanê û dîroka Helebê dikir.
ꞌHEZKIRINA WÊ JI HELBESTÊ REꞌ
Semaa li kêleka xwendinê, nivîsandina romanan ji nivîsandina helbestan jî hez dike, beriya niha beşdarî şevbuhêrkeke helbestî ya li Navenda Yekitiya Rewşenbîran bû, li wir helbestek bi navê “Min temen li ser refikeke kevnare hişt” xwend.
Niha jî Semaa helbestekê ser welat û jiyana gelê Sûriyê dinivîsa, Semaa da zanîn ku ji ber ew gelekî helbest û romanan dixwîne behrehaya wê geştir bûye.
Her wiha helbest bi navê “Bi min re biaxiv ey welatê min” nivîsand. Semaa bi bîr xist ku diya wê çûye mala wan a li Helebê, dît ku ji ber topbarana beriya 4 salan mala wan hatiye wêrankirin, ji ber vegeriya mala xwe ya li Minbicê û ji Semaayê re behsa xerabkirina malê kir û ev di hiş û ramê wê Semaayê de ma, lewra helbest der barê wêraniya bi mala wan de hatiye nivîsand.
ꞌNE TENÊ HELBEST, ROMAN, LÊ WÊNEXÊZÎ JÎꞌ
Semaayê di qada wênexêziyê jî afrînerî çêkir û wiha vedibêje:”Ji zaroktiya xwe ve min jî wênexêziyê hez dikir, ji ber mirov tişta ku mirov nikaribe binivîse mirov dikare bi rêya wênexêziyê derîne, ji ber vê wênexêzî pencereya rih e.”
Semaa bi lêv kir ku gelek tabloyên wê yên sade hene û bi hêvî ye ku behreya xwe hîn zêdetir geş bike, ji ber roman û kurteçîrok û xwenda li dibistanê gelekî wexta wê dixwin.
Semaa Îsa di dawiya gotina xwe de eşkere kir ku ew hewl dide hevsengiyê nav behre û xwendina xwe de çêke, ji ber ji xwendinê hez dike û ew pêşeroja wê ye, li gel vê yekê behre pey xwendin bi ser nakeve.