Leylan RESO/Qamişlo
Di pêşketina her civakê de bandora hunermendan tê dîtin. Hunermend bi hunera xwe jî dikarin bandora êrişên dagîrkeran bişkînin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê tevî zehmetiyan, hunermend bi hunera xwe bersivê didin dagîrkeran.
“ Hê di refa 5an de min xwe fêrî stiranan dikir”
Têkildarî hunera xwe hunermendê ciwan yê ji gundê Eynhisanê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê Demhat Gur wiha axivî: “Hê di refa 5an de min xwe fêrî stiranan dikir. Bavê min jî li tembûrê dixist. Her ku dengê tembûrê diket guhê min, hestên min yên derbarê huner de xurttir dibûn. Sala 2011an fêrî tembûrê bûm.”
“JI BER ÊRIŞAN EM NEÇARÎ KOÇBERIYÊ BÛN“
Demhat Gur axaftina xwe wiha domand: “Sala 2014an, ez derbasî çand û huner ya bajarê Serê Kaniyê bûm. Ji bo pêşketina xwe şahiyek li kû hebûya ez li wir bûm. Ji bo ku pirtir fêrî amûrên mûzîkê bibim sala 2019an derbasî Akademiya Yekta ya Ş. Herekol bûm. Li wir fêrî agahiyên mûzîkê û bilûrê bûm. Piştî perwerdeya Akademiyê vegeriyam Serê Kaniyê û li wir bûm mamosteyê mûzîkê. Min ciwan û zarok fêrî bilûr û gîtarê dikirin. Lê mixabin ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker em neçarî koçberiyê bûn û em li bajarê Amûdê bi cî bûn. Li wir jî min mamosteyî kir.”
“HUNER EŞKEREKIRINA HEST Û HELWESTAN E“
Demhat Gur axaftina xwe wiha qedand: “Min 3 stran amade kirine. Yek li ser azarên Serê Kaniyê ye, wê piştî heyvekê bê weşandin. Ez ji huner pir hes dikim, lewre huner eşkerekirina hestên min e. Daxwaziya min ji ciwanan jî ew e ku li hunera xwe xwedî derkevin. Lewre paşroja vî welatî em in û parastina çandê erkê me ye.