Hejmareke mamosteyên jin yên Rêveberiya Xweser, bi armanca alîkariya malbatên xizan yên Qamişlo, di Nîsana 2020`an de dest bi kampanyaya “Ez alîkar im” kir. Di salekê de bi 23 milyon lîreyên Sûriyê alîkariya malbatên xizan kir.
Mamosteyên ku kampanya bi rêxistin kiriye, komîteyek ji 11 kesan ji bo belavkirina alîkariyan rabe ava.
Ew komîte rewşa malbatan lêkolîn dike û li gorî wê navan qeyd dike. Bi rêya kampanyaya “Ez alîkar im” heta niha alîkariya 200 malbatan hatiye kirin. Her wiha di rewşa vîrusa Korona de alavên nefesê ji 4 malbatan re hatine peydakirin û ji bo wê mehane pere ji wan re tê veqetandin. Alîkariyên tên dayîn ne tenê madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê ne, di cejnan de ji zarokên malbatên xizan re cil û diyarî jî tên pêşkêşkirin.
Ji dema destpêkirina kampanyayê ve heta niha 15 milyon lîreyên Sûriyê wekî pere ji malbatan re hatine dayîn û 8 milyon jî bi rêya madeyên xwarinê, cil, pêdiviyên tenduristî û hwd hatine dayîn.
Têkildarî mijarê, mamoste Talîn Abdulah ku yek ji berpirsên kampanyayê ye, wiha got: “Dema me rewşa malbatên xizan didît, em bi berpirsyariyê dihesîn. Lewra me biryar da ku em destekê bidine wan.”
Talîn diyar kir ku ji bo komkirina pereyan 3 kom li ser malperên medyaya civakî hatine çêkirin.
Talîn daxuyand ku kampanyaya “Ez alîkar im” ne tenê ji bo malbatên xizan e, ew li gorî derfetên xwe alîkariya xwendekaran jî dikin û wiha domand: “Hin xwendekar nexweşiyên derûnî bi wan re hene, em malbatên wan agahdar dikin û bi rêya kampanyaya xwe wan dişînin dibistanên taybet.”
Mamoste Talîn Abdulah destnîşan kir ku dê kampanyaya “Ez alîkar im” berdewam bike û got roj bi roj bawerî bi kampanyayê zêdetir dibe.
ANHA