Seroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ji Bexda û herêma Kurdistanê re, dikeve nava çarçoveya siyaseta dewleta Tirk a berfirehkirinê li herêmê.
Seroka Desteya Rêveber ya MSD`ê Îlham Ehmed li bajarê Helebê di panelekê der barê dagirkirina Efrînê, hewldanên dewleta tirkî di dîrokê de da ku rûbera dagirkirina xwe li herêm berfireh bike, axivî.
‘DAGIRKIRIN Û QIRKIRINA ÇANDÊ’
Girêdayî herêmên dagirkirî Îlham Ehmed got: “Dema em behsa mijara Efrînê dikin, em behsa tevayî herêmên Sûriyê ku ji aliyê dewleta tirkî ve hatine dagirkirin dikin. Weke Cerablus, Bab û Ezazê. Lê di Efrînê de gelek tişt lê qewimîn ji koçberkirina bi darê zorê û hilweşandina cihên dîrokî.”
Îlham Ehmed wiha domand: “Dewleta tirkî bi rêya siyaseta tirkkirinê dixwaze çanda resen ya niştecihên herêmê tine bike û pêkhateyan li gorî xwe bikar bîne.”
Îlham Ehmed li ser panelên ku ji aliyê MSD`ê ve têne lidarxistin axaftina xwe domand: “Siyaseta ku dewleta tirkî dimeşîne diyar dike ku hîn ew dixwaze siyaseta dapîrên xwe yên osmanî pêk bîne.”
Girêdayî van siyasetan Îlham Ehmed wiha axivî: “Em nikarin behsa siyaseta dewleta tirkî cûda ji siyasetên navneteweyî bikin. Ji ber jihev ne cûda ne. Dema em behsa wê dikin diyar dibe ku siyaseta dewleta tirkî ya berfirehkirinê dighêje hemû Rojhilata Navîn û divê em bighêjin fikrên ku em karibin li hember projeya dagirkirina dewleta tirkî ji Sûriyê re, bisekinin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta tirkî bi navê Îslamê derbasî Rojhilata Navîn bû û di nava 400 salî de siyaseta binpêkirina çandên resen û qirkirina wê li herêmê pêk anî.
Îlham Ehmed wiha axaftina xwe domand: “Em dibînin ku dewleta tirkî hewl dide xwe bighîne sînorê ku împratoriya osmanî lê bû. Niha jî ola Îslamê weke alekê bikar tîne û hewl dide îslama sunî li cîhanê birêve bibe.”
‘HEVKARIYA EWLEHIYÊ DI NAVBERA HERDU HIKUMETÊN ŞAMÊ Û ENQEREYÊ DE’
Îlham Ehmed di dewama axafitina xwe de derbarê hevkariya ewlehiya di navbera herdu hikumetên Şamê û Enqereyê de got: “Em diyaloga di navbera dewleta tirkî û rejîma Sûriyê de ya têkildarî hevkariya ewlehiyê matmayî namînin. Ji ber ku piştî wan diyalogan hikumeta Şamê dorpêçek li ser gelê xwe ferz kir.”
Îlham Ehmed behsa buhaneyên dewleta tirkî yên pêkanîna êrişên dijî Sûriyê kir ku şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û pirsî; gelo ma PKK li Yewnanistan, Ermenistan û Lîbyayê jî de heye heta ku dewleta tirkî mafê xwe destwerdanên di rewşa wan de dibîne?.
‘NAKOKIYÊN DI NAVBERA KURDAN DE ÇÊDIKIN’
Seroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe bal kişand ser serdana Parastinê Derve Hulusî Akar ji Bexdayê û Başûrê Kurdistanê kir û got: “Ev serdan dikeve çarçoveya siyaseta dewleta tirkî ya berferhkirinê li herêmê. Dewleta tirkî hewl dide ku kontrola xwe li Başûrê Kurdistanê zêde bike, nakokî û fitneyan di navbera kurdan de çêbike.
Îlham Ehmed teqez kir ku pêwîste navbera pêkhateyên herêmê de hevgirtinek hebe da ku li hember dagirkeriya tirkî bisekinin.