Hêzên çekdar ên PDK’ê bi ser mala rojnameger Qareman Şukrî Zeynedîn de girtin û ew kirin binçavan.
Li gorî agahiyên hatine standin, hêzek çekdar li Komelgeha Sîrê ya Dihokê bi ser mala rojnameger Qareman Şukrî de girtin. Hate zanîn çekdarên PDK’ê kelûpelên di nava malê de tevlîhev kirine û li hemberî malbata rojnameger axaftinên nebaş jî kirine. Çekdaran rojnameger Qareman Şukrî binçav kirine û ber bi cihekî nediyar ve birine.
Birayê Qareman, Zêrevan Şukrî ji Rojnewsê re axivî û got: “Îro danê sibehê hêzeke ku rûyê xwe girê dabûn, bi ser mala me de girtin û Qareman bi xwe re birin. Destpêkê 5 wesayît hatin û rêya kolanê girtin. Dema ku çekdaran bi ser mala me de girtin, bêrêzî li hemberî dayîka min kir.”
Zêrevan di berdewama axaftina xwe de got: “Hêza çekdar bi ser dukana Qareman de jî girtine û hemû kel û pelên di hundirê dikanê de bi xwe re birine.”