Darîn SILÊ/Qamişlo
Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya şerîkeya El Hesen, 26ê Çile li gundê Melesibatê yê bajarê Qamişlo, bi nave “Golden Rose” kargeheke zeytê vekir.
DEMÊN PÊŞ WÊ GELEK PROJEYÊN BI VÎ RENGÎ PÊK WERIN
Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo, li ser vekirina kargehê wiha axivî: “Ji bo xurtkirina aboriya herêmê û kêmkirina anîna pêdiviyan ji derveyî welat, me dest bi avakirina kargeha zeytê kir. Li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê ev kargeha yekê ye û lêçûna wê jî nêzî 6 milyon dolarî ye. Wê rojane nêzî 300 tonî zeyt, ji tovê pembû, garis, gula berberoj, soya û kunciyan derkeve.”
Selman Barûdo axaftina xwe wiha Qedand: “Em vê kargehê li gelê xwe pîroz dikin. Herwiha di dema pêş de wê gelek projeyên bi vî rengî li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk werin.”
DI PEYDEKIRINA PÊWÎSTIYÊN KARGEHÊ DE ME ZEHMETÎ DÎT
Derbarê mijarê de xwediyê şerîkeyê Ehmed Reşîd ev agahî dan: “Ez berpirsê kargehê me, lê proje ya Rêveberiya Xweser e. 15ê Adara 2020an me dest bi avakirina kargehê kir. 350 karkerê wê hene. Ji ber ambargoya li ser herêmê me di peydekirina pêwîstiyên kargehê de zehmetî dît. Ji ber qedexeya korona jî proje sê mehan hat sekinandin. Cihê kontrolkirina zeytê û paqijkirina wê jî li kargehê heye. Sê cureyên parastina tov û dagirtina zeytê hene, (1L, 4L,16L). Ji ber ku bawernameya kargehê ya ÎSO heye, em dikarin zeytê bifiroşin her welatî.”