Jiyan BOZO/Şingal
74 fermanan têra dagîrker û xwefiroşan nekir. Şingala sala 2014an radestî DAIŞê kirîn, vê carê bi gefên dagîrkirinê re rûbirû dimîne. Peymana di navbera Iraq, Tirkiye û PDKê de dewam heman fermanê ye. Nexwe çima Şingal careke din bibe hedefa wan?
“ LI SER ŞINGALÊ XETEREKE MEZIN HEYE”
Derbarê mijarê de cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Şingalê Heso Îbrahîm wiha axivî: “Ev gef girêdayî peymana di navbera Iraq û PDK de ye. Em baş dizanin ku ev peyman plana dewleta tirkî ya dagîrker e. Ev Peyman bi awayekî veşartî hat kirin û me baş zanî ku li ser Şingalê xetereke mezin heye. Ji ber wê me nave vê peymanê kir fermana bi navê qanûnê. Dixwazin fermana 2014an dubare bikin û civaka me ya Êzîdî tine bikin. Serdana wezîrê parastinê yê Tirk ji bo pêkanîna vê planê bû. PDK jî bi awayekî fermî hevkariya Tirkan dike. Kesên xwefiroş yên mîna Heyder Şeşo jî li dijî gelê me bi wan re dibin alîkar. Ji bo wê divê em şiyar bin.”
“74 FERMAN BI SERÊ ME DE ANÎN”
Heso Îbrahîm bi van axftinana dewam kir: “Dewleta tirkî ya degîrker êdî gefên dagîrkirina Şingal dixwe. Lê divê baş bê zanîn ku ev xeter ne li ser Şingalê tenê ye, li ser Kurdistanê tevê ye. Çimkî hedefa wan têkbirina tevayiya destkeftiyên me yên li Şingal û bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Bi behaneya ku PKK li Şingalê heye van gefan dixwin. Lê ev ne rast e, PKK li gel me nîne. Ya rast ji ber ku ji rêxistinbûna gelê me ditirsin van behaneyan derdixin. Em Rêveberiya Xweser û gelê Êzîdî emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çawa ku me nehişt çiyayê Şingalê bikeve destê DAIŞê, em nahêlin bikeve destê wan jî. 74 ferman bi serê me de anîn, lê me ti carî serî ji wan re dananî û em danaynin jî. Dewleta tirkî dijminekî hov e. Lê çi dibe bila bibe emê Şingalê biparzin. Ji PDKê re jî em wiha dibêjin; we bi salan gelê me yê Êzîdî firot û bi hezaran jinên me bi xiyaneta we li bazaran hatin firotin. Ji ber wê ti cudayî di navbera we û Tirkan de nîne. Em vê care nahêlin hûn fermaneke nû bi serê me de bînin.”
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Şingalê Heso Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Her kesê dibêje ez mafê mirovan diparêzim û ji tevayiya Kurdan re banga min ev e; li gelê Şingalê xwedî derkevin. Ev gel di gelek fermanan re derbas bû. Mafê vî gelî jî heye ku azad bijî. Ji gelê Şingalê re jî wiha dibêjim; çi dibe bila bibe emê li ber xwe bidin, li keda zarokên xwe xwedî derkevin û dagîrkeran têk bibin. Serkeftin ya me ye.”