Idrîs Henan
Bi rasthatina sêyemîn salvegera êrişên li ser Efrînê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê li Şehbayê semînerek li dar xist. Semînera di bin silogana “Efrîna berxwedêr xwe ragire, Efrîn dê bîmîne, dagirker dê biçin” de bi beşdarbûna rûspî û oldarên eşîran, malbatên ku rastî binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê hatine û nûnerên meclîsên civaka sivîl li hola çand û hunerê ya Şehbayê hate lidarxistin.
Bi mebesta nîqaşkirina sedemên dagirkeriyê, binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê, qirkirinên di dewrê de, destdirêjiya li ser jin, xweza, dîrok û çanda Efrînê, MSD’ê di 27 Çeliyê de li Şehbayê semînerek li dar xist.
Dagirkerî Bandorek Neyînî Li Pêşreroja Sûriyê Dike
Di semînerê de li ser du xalan; çilekiyên dîrokî yên dagirkeriya tirk û kiryarên wê di derheqê gelan, baweriyên olî û siyasî de, şêwaz û rêgezên berxwedana li hemberî dagirkeriyê nîqaş bi pêş ketin.
Seroka Meclîsa Rêvebir a MSD’ê Îlham Ehmed ku endama dîwana semînerê bû, di nirxandinên xwe de bal kişand ser tabloya piştî dagirkirina Efrînê derketiye û wiha got: “ binpêkirinên ku li Efrînê li ser destê dagirkeriya tirk û çeteyên wê pêk tên, bandorekî neyînî li ser pêşeroja herêmê û Sûriyê çêdike”. Îlham Ehmed û beşdaran di berxwedana li dijî dagirkeriyê de tekezî li ser rola Yekîniyên Parastina Gel û Jin YPG, YPJ û Hêzên Rizgariya Efrînê HRE kirin. Her wiha Ehmed destnîşan kir ku wê hemû pêşniyar û encamên semînerê bi raya giştî re bên parvekirin.
Komên Çete Gundên Me Li Hev Par Ve Kirine
Di beşa duyemîn a semînerê de rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê hate xwendin. Di raporê de bîlancoyên revandin, kuştin, qirkirin, dizî, talanî, destdirêjî, şewitandin, qutkirin, xirakirina mezarên olî û vekolîna cihên dîrokî hatin eşkerekirin. Di derbarê mijara kiryaran de, sê şahidên kirêtiyên dagirkeriyê derketin û serpêhatiyên xwe bi beşdaran re parve kirin.
Hecî Mustefa ku ji gundê Merwaniya jêrîn e. Yek ji şahidên kiryarên dagirkeriyê li Efrînê ye. Mustefa diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi alîkariya çeteyan û hinek xwefiroşan gund û navçeyên Efrînê li xwe par ve kirine. Hema 10 Hezar darên zeytûnê yên Mustefa û malbata wî bi tuhmeta terorê hatine desteserkirin û birrîn.
Hemû Guvêşekên Zeytûnan Hatine Dizîn
Şahidê duyemîn Necîb Şêxo yê ji gundê Rûta ya girêdayî navçeya Mabat diyar kir ku togaya çeteyan ya Semerqend dest daniye ser gund. Bi tuhmeta ku endamên Rêveberiya Xweser in, gelek mirov hatine revandin û kuştin. Cenazeyên çeteyên ku li Lîbya dimirin tînin û di nav bajar de diteqînin ku qaşo teqînek li bajar çêbûye. Wisa jî malbatên wan dixapînin û kiryarên xwe dinixumînin. Şêxo tekez dike ku ji 280 guvêştekên zeytûnan li Efrînê zêdetirî 180 hatine dizîn. Ên mane jî komên çete desteserkirine.
Şahidê sêyemîn Mustefa Delo jî anî ziman ku dagirker û komên çete 400 darên wî yên zeytûnê jêkirine. Delo di şahidiya xwe de qetilkirina dayîka Fatme Kino bi bîr tîne û dibêje ku; ew dayîk piştî ku zêr û pereyên wê hatine dizîn bi dara êsmê ve hatiye daleqandin û kuştin. Zarokên wê jî mecbûr dikin ku bibêjin; dayîka wan bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.
Hêjayî gotinê ye ku di dawiya semînerê de hemû xalên hatine nîqaşkirin û di derbarê wan de pêşniyar hatine kirin bi raporekê bi raya giştî re hatin parvekirin. Di rapora dawî de hate xwestin ku hemû kiryayên dagirkeriyê bêne belgekirin û ji saziyên navneteweyî yên eleqedar re bêne pêşkêşkirin. Her wiha îşaret bi girîngiya hewldanên diplomatîk hate kirin ku pêwîste hemû kiryarên dagirkeriyê li Efrînê bêne rojevkirin û rastiya binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê werin eşkerekirin. Ji bo wê jî hate xwestin ku dewleta tirk û çeteyên wê bên dairzandin.